Endamê Komîsyona Baweriyan a KCD’ê û Endamê Federasyona Êzîdiyan a Ewropa Osman Savgat, diyar kir ku di dîrokê de yekemîn care konferansekî wisa li dar dixin û divê Amed bibe cihê jiyana Êzîdiyan.
Komîsyona Bawerî û Kêmaran a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 17-18’ê cotmehê de li Amedê konferansa Êzîdiyan a bi şîara “Em xwe bi rêxistinî dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn” li Sumerparqê li dar dixe. Di konferansê de dê rewaşa Êzîdiyên koçberî Ewropa û welatên din bûn bê nîqaşkir. Endamê Komîsyona Baweriyan a KCD’ê û Endamê Federasyona Êzîdiyan a Ewropa Osman Savgat, têkildarî konferansa dê 2 rojan berdewam bike agahî dan û diyar kir ku di dîrokê de yekemîn care konferansekî wisa tê lidarxistin û ev yek gelek girîng e û wiha got: “Ji bo me konferans li Amedê pêk tê gelek girîng e. Em dixwazin hemû êzîdiyên li cîhanê tevli konferansê bibin. Armanca konferansê yekîtî û nasîna Êzîdiyan e. Em li bendê ne ku em encamekî baş bigirin ji ber ku dê ji bo konferansê din bibe destpêkek. Divê Êzîdiyên Ermenîstan, Rusya, Başur û Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê bibin yek. ”
Savgat, da zanîn ku ji bo wan Amed gelek girîng e û wiha axivî: “Ji bo Êzîdiyan ber Kurdî tu zimanên din nayên. Ji bo me navê Amedê hêj xweşiktir tê. Ji bo me konferans li Amedê pêk tên gelek girîng e û ji ber ku berê li Amedê gelek êzîdî dijîn. Divê Amed bibe navenda jiyana êzîdiyan.” Savgat, bilêv kir ku wan dostên xwe yên sunî, ermenî û elewî jî dewetî konferansê kirin. 

AMED