Êzdiyên Efrînê zêdeyî di nava bajêr û 20 gundên wê de dimînin. Piştî pêngava şoreşa Rojava Êzdiyan jî xwe birêxstin kirin. Komele û navendên xwe ku di dema rêjîmê de qedexe bûn vekirin. Her wiha di 10'ê adara 2013'an de Komeleya Êzdiyan gelek komîteyên xwe yên taybet ava kirin. Yek ji wan Komîteya Lihevanînê ye. Komîteya Lihevanînê ji 3 jinan bi giştî 7 endaman pêk tê.

Komîteya lihevhatinê avakirin

Êzdiyên herêmê dozên xwe yên navxweyî û yên din jî tînin ber destê komîteyê û li vir tê lêkolînkirin û li gorî taybetmendiyên Êzdiyan tê çareserkirin. Têkildarî xebatên komîteyê Endamê Rêveber ê Komîteyê Ebdo Cemîl destnîşan kir ku dema doz ji aliyekî tê ber destê wan, komîteya wan bi awayekî awarte dicive û doza ku ji wan re hatiye lêkolîn dike. Cemîl, da zanîn ku piştî lêkolînê ew serî li herdû aliyan didin û li gorî êzdîxanê çareseriyekê dibînin. Cemîl, diyar kir ku dema pirsgirêk di nava kesekî êzdî û kesekî musilman de be jî ew di riya komîn û meclîsên heyî lêkolîn dikin û pirsgirêkan çareser dikin.

Pirsgirêkên jinan çareser dikin

Cemîl, got ku piraniya pirsgirêkên wan civakî ne û ew li gorî adet û nirxên civakî çareser dikin û wiha got: “Piraniya caran herdû alî razî dibin. Di dema rêjîmê de tu pirsgirêk ne dihatin çareserkirin.”Endama Jin a Komîtyê Ranya Cafer jî da zanîn ku dema di pirsgirêkê de jin hebe ew wekî endamên jin civînên taybet bi jinan re dikin û wiha got: “Ji ber ku em jin in em dikarin bi hêsanî pirsgirêkên jinan çareser bikin.”'Dilê me li Şengalê lêdixe' Ranya got ku ew xwe di hemû warê jiyanê de birêxistin dikin û xwe amade dikin û bang li jinên êzdî yên Şengalê kir ku tevlî hemû xebatan û bi taybet parastinê bidin û got: “Dilê me li Şengalê lêdixe. Divê jinên Şengalê û hemû jinên êzdî tevlî xebatên civakî û parastinê jî bibin.”

ANHA/EFRÎN