Li Rûsyayê Kurdên Êzîdîji bo xwedî li ola xwe derkevin civînek li dar xistin.

Di civînê de biryar hate dayin ku rêxistinek a Kurdên Êzîdî were sazkirin.
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowê dijîn pêr li Mala Kurdan li gel şêx û mîran bi tevlêbûnek awarte civînek li dar xistin. Di civîna ku ji hela Yekîtiya Kurdên Êzîdî yên Rûsya ve hatibû organizekirin de li ser asimilasyona ciwan û olê Êzîdî tê maşandin hat niqaş kirin.
Rêvebirê Yekîtiya Kurdên Êzîdî Refîq Kamil di axaftina vekirinê ya civînê de bal kişand ser asîmlasyona ku li ser ciwanên Êzîdî û ola Êzîditî tê maşandin û got: “Eger îro em rusipêyê vê civakê xwedî li ol û ciwanên xwe dernekevin sibê wê pir dereng be. Em îro li xerîbiyê dijîn. Em nikarin wecibeyên xwe yê olî bi hemû aliyan pêk bînin û nîşanî ciwanê xwe bidin. Ji bo em jî karîbin wek olên din li welatê xeribiyê xwedî li ola xwe derkevin pêwîste em xwe rêxistin bikin. Ji ber ku ciwanên gelek ji wan welatê xwe nedîtiye û bi hemû aliyan ve li ser ola xwe nehatiye perwerdekirin nikare xwedî jî lê derkeve. Lê ger em li vir bikarin ji xwe re cihekî îbadetkirinê çêbikin wê demê em jî dê wek olên din dikarin hemû wecîbeyên xwe yê olî li vir bikin û nîşanî ciwanê xwe bidin. Encax bi vî şêwazî em xwedî li ciwanê û ola xwe derkevin.” 


'Olê me hebûna me ye'
Kamil di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser defetên ku li Moskowê di destê Kurdên Êzîdî de hene û di nav ewqas derfetan de bêîmkaniya ku dijîn û got: “Li Moskowê gelek ol û gelên ciyawaz hene. Kurd jî yek ji vana ne. Lê îro dema ku mirovek dimire erka me hemûyan em wî li gor baweriya wî ya olî wî bin ax bikin. Hemû olên din ew derfeta wan heye mizgeft û dêreyên wan hene, lê ya me Êzîdiya tiştek tune ye ku em bikaribin mirîye xwe li gor baweriya xwe ya olî bin ax bikin ji ber ku cihekî me nîne. Em nikarin li morgê yan jî mizgeft û dêran vê bikin ev nabe. Ji bo vê jî pêwîste em xwe wek organîsazyonekê rêxistin bikin û ji xwe re cihekî olî vekin ku em jî wek gelê din karîbin li vira baweriyê xwe yê olî pêk bînin.”
Di civînê de oldarê Êzîdiya Şêx Xidir di nav Kurdên Rûsyayê de xwedî giraniyek mezin e axaftinek kir. Şêx Xidir di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ol û got: “Em hemû kal bûne. Emrê me gihiştiye dibe ku sibê em bimirin. Lê wê kî xwedî li vî olî derkeve? Ev karê ciwanê me ye. Lê eger em ciwana baş perwerde nekin û wan di vê mijarê de nekin xwedî zanyar ev kêmasiya me ye. Ji bo em karîbin tiştên ku heya niha me nekiribû em bikin pêwiste em xwe bikin yek. Ji bo vê jî pêwîstî bi cihekî olî heye. Em xwe rêxistin bikin li gor zagonên dewletê yê derfetê dide baweriyê cûda em jî dikarin ji xwe re cihekî îbadetê vekin. Wê demê em dikarin xwedî li ciwanê xwe û ola xwe jî derkevin. Em dikarin ciwanên xwe li ser baweriya xwe mezin bikin. Olê me hebûna me ye. Eger heya niha li rixmî ewqas komkkujî û tûnekirin Kurdên Êzîdî ti carî devji ola xwe bernedane. Eger îro di nav ewqas derfet de em li ola xwe xwedî dernekevin ji bo me şerm e.”
Piştî axaftina Şêx Xidir gelek kesên din yê beşdarî civînê bûne axivîn. Di hemû axaftinan de girîngiya cihekî olî derdiket pêş.
Di civînê de bû biryar ku ji bo organîzasyonek olî bê sazkirin komîteyek ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin. Ev komîte dê ji bo bi awayekî fermî serlêdan bike amedakarîya bide meşandin.
Di dawiya civînê de di şexê her sê jinên Kurd yên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin de hemû cangoriyê gelê Kurd hatin bîranîn. Di heman demê de hat xwestin ku rojek berî rojekê pêwîste kujerê komkujiya Parîsê bên dîtîn her wiha komkjî jî hat neletkirin. 

ANF/MOSKOW