Welatiyên gund ên zeviyên xwe yên bi tapu dixwazin ji ber vê yekê doz vekirin û rûniştina dozê li 2'yemîn Dadeha Cezayên Asliye hate dîtin. Rûniştin ji ber belge kêm in taloqî 8'ê adarê hate kirin û parêzerê berê xwe dide dozê jî bi nivîskî parastin da dadgehê û xwest ku zeviyên welatiyên gund paşve bên dayîn. Êzîdiyên li navçeya Weeze ya Klv a li herêma Emerîc ya di navbera sînorê Elmanya û Hollandayê de dimîne dixwazin hesreta xwarê xwe yê terkirin ji holê rabikin.

Welatiyê bi navê Nedîm Erkîş ê ku bi dozê re eleqedar dibe, diyar kir ku berî sala 1980'an û pişt re li Qûbînê Êzîdî ji ber hinek sedeman neçar man çûn Ewropayê  û wiha got: "Me gund weke emanet teslîm kir. Me bi peyman da wan. Tapuyên me hene. Dema me emanet kirin soz dan me. Soza 'Hûn kengî vegerin em dê gundê we bidin we' dan." Erkîş, da zanîn ku di sala 2012'an de biryara careke din vegerin gundê xwe girtin û wiha axivî: "Di mijdara 2012'an de em hatin bi kesên em gund teslîmî wan kir re hevdîtin kir. Emanetê me daye wan me xwest. Lê mixabin ji me re gotin 'em gundê xwe nadin we' Gotin 'Zeviyên ayîdî we emê bidin we' Dibêjin em ji malan dernakevin. Tapuya gund û hemû malan li cem me heye. Me ya wan got qebûl nekir û me serî li riyên hiqûqî dan. Ji mijdara 2012'an heta niha me daye dadgehê."
Erkîş, destnîşan kir ku ew dixwazin li welatekî azad û demokratîk bijîn û xwest ku hemû sazî û dezgehên Kurdan û raya giştî piştgiriyê bide Êzîdiyan.  Keyayê gundê ê berê Kenan Erkîş, mal û goristana gund a ayîdî wan nîşan da û wiha got: “Çi bibe bila bibe em dixwazin vegerin ser axa xwe. Ez dixwazim li gundê ez lê hatim dinê û lê mezin bûm bijîm."

 DÎHA/ÊLIH