Bi hezaran Şengaliyên ji qirkirinê rizgar bûn û xwe li çiyayê Şengalê girtin, li gel zarok û ciwanên xwe, terka axa xwe nekirin û tevî şert û mercên giran jî li çiyayê Şengalê jiyana xwe bi rêxistin kirin. Civaka Êzîdî ya li çiyê dibêje, mirin û mayîna li ser axa xwe pîroz e. Ciwanên Êzîdî yên ku ji bo zarokên Êzîdxanê perwerde bikin li nava Şoreşa Rojava xwe perwerde kirin, îro di nava şoreşê de şoreşa perwerdeya ziman pêk tînin. 

Di dîroka Êzîdxanê de ev cara yekem e ku civaka Êzîdî bi zimanê xwe perwerde dibe. Lewma hem zarok hem jî mamoste danê sibehe bi kêfxweşî berê xwe didin dibistanan.

10 dibistan hene

Sala sêyemîn e, mamoste geh di nava berf û baranê de geh di serma û seqemê de geh jî di germa 45 pileyî de, di bin konên naylonî de zarokan perwerde dikin. Îsal ji bo dibistanan, konteynir anîne.

Dibistan piştî betlaneya 3 mehan a havînê di 1’ê Cotmehê de vebûn. Bi giştî 10 dibistan û 40 pol li tevahiya herêma Şengalê hene. Di van 40 polan de 400 xwendekar tên perwerdekirin. Îsal jî 700 xwendekarên nû navên xwe li dibistanan nivîsandin û diçin dibistanan. Bi giştî 1100 xwendekar ji aliyê 33 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Her dibistanek li ser navê ciwanên Êzîdî yên ku di fermana 2014’an de jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Ji pola 4 heta 6’an zimanên Erebî û Ingilîzî weke zimanê biyanî tên fêrkirin. Dersên zimanê Kurmancî, zanyarî, zanistê civakî, matematîk, wêne, muzîk, werziş û ol li van dibistanan tên dayîn.

Siberoja Êzîdxanê perwerde dikin

Li dibistanê zimanê esasî û yê bingehîn zimanê dayikê ango Kurmancî ye. Bi sedan salan, dijminê civaka Êzîdî zarokên wan bi zimanê Erebî û zîhniyeta şoven a Baasî perwerde kir. Armanc jî dûrxistina wan ji çand û rastiya Êzîdxanê bû. Lê îro di nava fermanê de ciwanên Êzîdî zarokên siberoja Êzîdxanê perwerde dikin. Lê vê carê perwerde bi wî zimanî ye ku zarok li kolan, derve, malê, bi dayik û bavê xwe re pê daxivin. 

Piştî pola 4´an Erebî û Îngîlîzî

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Nayîf Xelef diyar kir ku li gorî salên din îsal xwendekarên wan zêdetir bûne û got: “Par hejmara xwendekaran nêzî 450 bû, lê îsal 700 xwendekarên nû navên xwe li dibistanan nivîsandin. Zimanê dibistanê yê bingehîn yê perwerdê zimanê Kurmancî ye. Ji ber ku zimanê dayikê ye. Zimanê Erebî û Îngîlîzî piştî pola 4´an tê dayîn.”

Xelef destnîşan kir ku plan û daxwaza wan ew e ji bo hemû zarokên Şengalê dibistanan vekin û wiha domand: “Em dixwazin li herêma bakurê Şengalê li bajarokên wekî Sinon û navenda Şengalê dibistanan vekin.”

Banga alîkariyê

Her wiha Xelef banga alikariyê kir: “Di dawiyê de em wekî mamosteyên Şengalê bang li hemû dewlet û bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî dikin da ku alîkariya zarokên Şengalê bikin. Ji bo ku ev zarok karibin bi hêsanî biçin dibistanê û baştir perwerde bibin. Dîsa zivistan tê, ne sobeyên zarokan hene û ne jî cilên wan yên germ hene.”

Daxwaza qebûlbûna fermî

Ji xwendekaran Selwa got, “Ez diçim refa 2’an. Ji ber ku em bi zimanê dayikê perwerde dibin em pirr kêfxweş in û em niha bi tîpên Latinî fêr dibin.”

Mamoste û ciwanên Êzîdî mîna yên li wargeha penaberan a Mexmûrê dixwazin vê sîstema perwerdeyê ya heyî li cîhanê bi awayekî fermî bidin qebûlkirin. 


Bi zimanê dayikê baştir  fêm dikin

Mamosteyê bi navê Mixanim da xuyakirin ku ev 2 sal in ew li çiyayê Şengalê mamostetiyê dike û got, “Beriya fermanê her tişt bi zimanê Erebî bû. Ji ber vê jî despêkê hin zehmetiyên xwe hebûn. Lê niha baş bûye û xwendekar baş fêr dibin. Piştî fermanê me xwest bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber ku dema bi Erebî bû çi digotin zarokan tenê ji ber dikir. Lê çi tişt jê fem nedikir û ne zimanê dayikê bû. Dema me bi zimanê dayikê dibistan vekir, me dît ku zarok baştir fêm dikin û baştir têne perwerdekirin. Malbat jî pirr kêfxweş dibin. Em jî wekî mamoste yê Şengalê hêvîdar in her kes ji me re bibe alîkar da ku sîstema dibistana xwe bi dewletan bi awayekî fermî bidin qebûlkirin.”

Mixanim bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên din ên têkildar kir ku alîkariyên weke defter, pênûs, çente û pêdiviyên perwerdeyê yên sereke bişînin


RIZGAR DENÎZ / DELÎLA DÎLAN / ANF / ŞENGAL