Me hemû saziyên civakî, meclisa zagonzasî, berpirsiyarên qada leşkerî, parastin, karûbarên hûndûrîn, perwerde, tendrusîtî, dadgeh, komisyona bilind a têkeliyên derve, saziya asayîşê, rêvebirên TEV-DEM, nûner- çalakvanên meclis û komisyonan, bi taybetî komisyona mafê mirovan, xebatkarên Ronahî TV, navenda rewşenbîrî, saziyên Kulturî û niviskar ziyaretkirin. Ez weke çavdêrek û gohdarêkî van kes û aliyan bê ti kêmkirin ê zêdegavî qala wan dikim. Dûyemîn a ku li vir qaldikim weke şahîdêke vê bûyera dîrokî ku niha civaka Rojavayê Kurdistanê bi qonaxeke gelek zehmet da derbas dibe, tînim ziman a ku nîşanda rastiya wir a ku dihat texmîn kirin, mirov dikarê bêjê nedihat hêvîkirin. Di vir de jî dixwazim bêjim ku texmîn kirina rewşa wir û pêşeroja civakê ne tenê karêkî pir zehmete lê bi serê xwe axaftin li ser rewşê bê berçav girtin û nirxandina şert û mercên hindurîn û derve karekî gelek zehmetir e.


Li herêmê ezmuneke nû
Serhildana gel û siyaseta jîr a PYD û baska serbazî, ne tenê rewşa Rojava ji bo tevahî gelên herêmê afirand.   Hêjayî mînak girtin, silav kirin û cidî girtinê ye. Heya astekê tevahî tiştên mîna serabeke tem û mij li ser giftugoyên teke tek û rêxstinên siyasî yên welatên Ewropî nehîşt ku di bin hegemonya medyaya lîbral û saziyên sîxurî ku qaşo ger dewlet, saziyên finans û sermayedaran nebin, êdî jiyan wê raweste an wê bêyî wan bibe kaos û alozî. Di nirxandina rewşa wiha da û di demekê de ku serhildan û bihara Erebî ji bilî ku îspat kir gel xwedî hêzeke bê dawî ye di bûyeran da û ewin qehremanên dîrokê. Tevî ku bihara Ereban berhema tiştekî berovajî armancên gel bûn. Xaleke din a hêjaye balkişandinê ye li ezmuna Rojava, ger em bixwazin buyer weke xwe bibînin, divê em li derveyî têgînên îdolojî lê binêrin ku hin car pêşbînî, an çareseriyên amade a nava pirtûkan û nêrînên dogmatîk têne meydanê, ne xwe em nikarin şert û mercên dîrokî fehm bikin ku bûn sedema vê ezmunê û sud jê wernagirin. Pir taybetmedî û bingeh hene ku  dikarin bibin pîvan ji bo nîhbûna vê ezmunê, lê em li vir hewl didin bi kurtasî wan birêz biken:

1.Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

PYD weke parteke hemdem û praktîk a xwedî programeke di valahiya desthilata navendî da bersiv dide ku çi were kirin û çawa vê valatî tije bikin. Ji bo wê jî di alî rêvebirina civakê da xwedî programake tije ye, tevî hemû kêmsiyên xwe jî ku divê şert û mercê da derketiye holê. Giringî û hûrdîtina vê partiyê ewe ku bernameyeke piralî ji bo rêxstinkirina karubarên civakê pêşxistiye ber ku derbasî sazî û rêvebirên xwecihî bibe ku cureyeke ji rêvebiriya gel û di bûnya wî da pir komisyonên mezin û biçûk avakirine. Ji tevahî wan jî projeyeke avakirine bin navê TEV-DEM ango Tevgera Civaka Demokratîk hate avakirin. Ev sazî xwedî projeyeke ku dikarê dahurê nava hemû beşên civakê li bajar û gundan û karên wan ê rojaneyî organîze bike.
Ji van komisyonan komisyonên aborî, aştî, alîkarî, komunan, mecilsa malbetên şehîdan, jinan, kulturî, ciwanan û hwd. li hemû bajar û gundan malên gel avakirine. Bi van komîsyonan valahiyên di jiyana rojane de derdikevin hatine dagirtin. Di rastiyê de TEV-DEM dikarê roleke pir bi bandor bibînê, bi taybet piştî ku hêza Esad a piştî serhildana gel neçar ma ji herêmên Kurdan vekişe. Dihat texmîn kirin di hebûna valatî de civak wê bi pirsgirêkên mezin ên rojane rû bi rû bimîne. Ev jî rastiyek nîşan dide ku rewşa siyasî, civakî û aborî PYD naçar kiriye ku bernameyeke piralî bişopînê û ew jî di ancax di TEV-DEM da pêk werê. Berê bernameyên amade hebûn, lê rewşê ew neçar kirin ku bi lez tevbigerên. TEV-DEM'ê di vê rewşê da pir bi pirsporane û bilez projeya xwe xistin mêriyetê û karî bû rê li karesat, rizandin û hilweşîna nirxên sereke yên civakê bigire. Bi nêrîna min sê sedemên sereke di formulekirina vê projeyên da rol leyistine. Yek: Îradeya mezin bi pratîk kirina vê projeyê.  
Du: Amadekirina ferdên civakê ku ji dil tevlî vê projeyê bibin û kar bikin ên mîna mamoste, karmend-karker, xebatkarên nexweşxaneyan, şaredarî, sazyên xizmetguzarî, polîsên trafîk û hwd. bi kurtasî çûn ser kar bê ku hember bixwazin ji TEV-DEM an ji îdareya xwecihî.  

ZAHÎR BAHÎR / Werger : Necîbe Qeredaxî