EHMED SEMÎR - ANHA / QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Zanîngeha Rojava di 5`ê Tîrmeha 2016`an de vekir.

Bi destpêkirina sala nû ya perwerdeya 2019-2020`an re Zanîngeha Rojava ragihand ku wê deriyên tomarkirina di zanîngehê de di 9`ê Îlonê de vekiriye û wê heya 5`ê Cotmehê bidome.Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê şertên qebûlkirinê di Zanîngeha Rojava de sivik kirine. Endamê rêveber ê Zanîngeha Rojava Masûd El-Mihemed diyar kir: “Fakulteyek û 3 peymangehên dîtir li zanîngeha Rojava zêde bûn. Mîna Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojiyê, dema xwendina wê 5 sal in. Her wiha jî peymangeha Endezyariya Sivîl bi dema 2 salan, peymangeha Wergera Îngilîzî bi dema 2 salan û peymangeha Bilind a Mekatronîk bi dema 3 salan.”