
Made û meteryalên ku ji bo Zanîngeha Rojava hatine amadekirin heman meteryalên zanîngehên cîhanê ne. Mamosteyên ku di vir de perbib, li gorî sîstema perwerdeya cîhanî bin û mamosteyên zanîngeha Rojava bi fakulteyên wê,
Ji bo ku sîstema perwerdehiya di vê zanîngehê de hîna zêde bi datayên xwe bê zanîn, me xwest made, meteryal, seatên perwerdeyê û hijmarek ji mamosteyên van fakulteyan bidin nasîn.
Fakulteya Endezyariyê
Lewra jî di vê beşa raporê de em ê weke nimuneyên ji vê zanîngehê fakulteyên Endizyariya Çandiniyê, Petrol û Petrokîmiya, Fakulteya Wêjeya Kurdî, Fakulteya Kîmya û Fakulteya Dîrokê vekin, ka navên van fakulteyan di nav xwe de çi dihewînin?
Endezyariya Petrol û Petrokîmya: Petrol û Petrokîmya; 2 fakulteyên girêdayî Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Rojava ne. Avahiyên wan li bajarê Rimêlan in. Dema perwerdeya li van fakulteyan jî 10 werz ango 3 sal û 4 meh in.
Meteryal û madeyên ku di vê fakulteyê de dê bên dayîn, heman madeyên zanistî yên zanîngehên cîhanê ne. Lê di aliyê madeyên pratîkî ve ew ê dewlemendtir be.
Faculteya Petrolê
Madeyên fakulteya petrolê wiha ne: Bîrkarî (1,2 û 3), Zimanên Biyanî (1,2,3 û 4), Atolye (werşe), Endizyariya Descrîptîv (tasarı/wesfî), Kîmya, Kîmyayê ne-organîc, Fîzîk, Mekanîka Endezyarî, Xêzkirina Endezyarî, Bingeha Endezyariya Elektrîk-Elektronîk, Computer (1 û 2), Hêza Meteryalan, Kîmyayê Petrol û Gazê, Ewlekariya Industriyal, Elementên Alavan, Mineralogy, Hydrogeology, Hydraulîka Herkoyên Binerd (1,2) , Jeofîzîka Sepandinê, Pîvandin û Kontrol, Jeolojî, Jeolojiya Petrolê, Endezyariya Kolandinê (şêwaza kolandina bîrên petrolê) (1,2 û 3), Jeokîmyaya Petrol û Gazê, Jeofîzîka Sepandinê, Endezyariya Hilberîna Petrolê (1, 2), Jeofîzîka Bîran (1,2), Mekanîka Makîneyên Kolandin û Hilberînê (1,2), Endezyariya Repoya Bîrên Petrolê (1,2 û 3), Lêkolîna Hejandinê, Jeolojiya Binyadî, Veguhezandin û Depokirina Petrolê (1,2), Kolandina Bîran û Sererastkirna wan, Aborî û Rêvebirina Avahiyên Petrolê, Kolandina Bîrên Deryayî, Endezyariya Hilberîna Gazê.
Fakulteya Petrokîmya
Madeyên fakulteya petrokîmya jî wiha ne: Bîrkarî (1,2 û 3), Zimanên Biyanî (1,2,3 û 4), Atolye, Eendizyariya Descrîptîv, Kîmya, Kîmyayê Ne-organîk, kîmyayê Organîk, Fîzîk, Mekanîka Endezyarî, Xêzkirina Endezyarî, Bingeha Endezyariya Elektrîk-Elektronîk, Computer (1 û 2), Hêza Meteryalan, Kîmyaya Petrol û Gazê, Mekanîka Herkoyan/Mewaii (1 û 2), Ewlekariya Industriyal, Elementên Alavan, Mineralogy, Kar û Alav (1,2,3 û 4), Termodînamîka Endezyarî (1 û 2), Zanista Industriya Ne-organîk (1 û 2), Sanista Industiya Organîk (1 û 2), Paqijkirina Avê, Veguhezîna Germahiyê, Pîvandina Made û Enerjiyê, Endezyariya Reaktor (1 û 2), Endezyariya Pakirina Petrolê (1,2 û 3), Teknolojiya Katalîzatoran, Çavkaniyên Enerjiya Altirnatîf, Endezyariya Parastina Hawirdorê (Ekolojî), Dîzayînkirina Fabrîqeyan (1 û 2), Qiyaskirin û Kontrolkirin, Teknolojiya Polymer (1 û 2), Teknolojiya Ziblê Organîk (1 û 2), Aborî û Rêveberiya Industriyalî.
Li Rimêlan perwerdeya pratîkî
Ji bo beşa pratîka di koleja Endezyariya Petrol û petrokimyayê, li Rimêlanê ew ê zeviyên petrol û gazê, laburatorên xebatê dîsa jî bên amadekirin da ku xwendekar karibin hemû tecrubeyên xwe li wir pêk bînin û fêr bibin.
Hêjayî gotinê ye, li cîhanê kêm zanîngehên petrolê hene ku zeviyên petrol û laburator nêzî zanîngehan in û xwendekar lê dikarin waneyên xwe li ser bîrên petrolê fêr bibin.
Endezyariya Çandî
Madeyên di werza yekemîn a perwredeya kolejê de bên dayîn: Bingeha Nexweşiyên Çandiniyê, Bingeha Avdanê, Bingehek Nasîna Mêşûmoran, Zanista Şînkahiyê, Bingeha Sewalvaniyê, Bingeha Nasîna Berhemên Heywanî, Bingeha Nasîna Zeviyan, Bîrkarî û Zimanê Kurdî.
Ew ê di werza yekemîn de bingeh bên vegotin, paşê jî ew ê madeyên pisporiyê zêde bibin û tevlê bibin. Ji bo madeyên pratîkî jî niha laburetor, zevî û erdên çandiniyê tên amdekirin da ku perwerde lê bên dayîn.
Fakulteya Wêjeya Kurdî
Di fakulteya wêjeya Kurdî de jî dê madeyên: Dîroka Zimanê Kurdî, Dîroka Wêjeya Kurdî, Dîroka Wêjeya Cîhanê, Wêjeya Klasîk, Wêjeya Modern, Rexneya Wêjeyî, Teoriya Wêjeyê, Berawirdkirina Wêjeyê, Wezna Helbesta/Kêşnasî, Folklor, Roman, Çîrok, Şano/Text, Etîmolojî, Uslûb û Xîtabeta Giştî, Rêzimana Kurdî-Kurmancî, Hevoksazî/Sîntaks, Wergera Kurdî-Erebî, Zimanzanîn/Linguistik, Watesazî, Ferhengzanî, Sosyolojiya Azadiyê, Şaristaniya Demokratîk, Zaravayên Soranî û Zazakî, Zimanên Farisî, Erebî û Inglîzî û Computer.
Di danîna sîstema perwerdeya vê fakulteyê de, sûd ji meteryalên perwerdeyê yên fakulteyên wêjeyê yên cîhan hatiye wergirtin.
Fakulteya Perwerde û Zanistiyê
KÎMYA: Di vê kolejê de weke metryalên bingehîn ên hemû salan madeyên Pedegojî, Zimanê Kurdî, Zimanên Biyanî, Çanda Demokratîk tên dayîn. Paşê jî di werza yekemîn de madeyên Kîmiya, Kîmyaya Organîk, Bîrkarî, Fîzîk. Di werza duyemîn de Kîmyaya Ne-organîk (1), Kîmyaya Organîk (2), Kîmyaya Tehlîlî (1). Di werza sêyemîn de jî madeyên Kîmyaya Ne-organîk (2), Kîmyaya Organîk (3), Kîmyaya Tehlîlî (2), Kîmyaya Fîzîkî (1). Di werza çaremîn de jî Kîmyaya Ne-organîk (3), Kîmyaya Tehlîlî (3), Kîmyaya Fîzîkî (2), Gemara hawirdorê, dê bên zêdekirin.
DÎROK: Meteryalên ku ji bo vê fakulteyê hatine amadekirin xwedî mesajek cihêreng ên ji meteryalên cîhanî ne. Di vir de dê dîrok li gorî perspektîfa Netewa Demokratîk bê dayîn.
Derbarê mijarê de Endamê Rêveberiya fakulteya Perwerde û zanistadn Mamoste Cano Mihemed Elî ev yek piştrast kir û got: “Cara yekemîn e dîrok li gorî vegotina gelê bindest dê bê dayîn û xwendin. Ew ê Kurd bi xwe dîroka xwe lêkolîn bikin, bixwînin û binivîsin. Ew ê ji dîroka ku bi destê desthiladaran hatiye nivîsîn dûr bikevin û bi nêrînek herî zêde nêzî rastiyê bê parvekirin. Dîroka gelan û civakan dê bê dayîn. Ew ê rola jin û gelan bên lêkolînkirin. Ew ê rola Kurdistanê di avakirina mirovahiyê de bê vekolîn û dayîn.”
Li gorî vegotina mamoste Mihemed Elî ew ê di fakulteyê de madeyên şûnwarên cîhan û Kurdistanê, dîroka Kurdistan û cîhanê. Serdemên kevin, navîn û nûjen tevî gelek madeyên din bên dayîn.
Ji xwe di aliyê pratîkê ve Rojava cihek tije cihên dîrokî û şunwaran ku heya niha jî dikare lêkolîn û vekolîn lê bên kirine.
Heftane 32 saet ders
Ew ê veqetandin û rêxistinkirin seatên xwendinê di zanîngehê de li gorî sîstema cîhanê be. Heftane dê 32 seatên perwerdeyê hebin. Her wiha ji bo bidestxistina serkeftinê û wergirtina pileyan divê ku xwendekar her li ser xwendina xwe be û li zanîngehê amade be.
ANHA / QAMIŞLO