Piştî Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê ji hêla qeyûm ve hat girtin, hunerhezan dest bi avakirina cihekî nû kir û aşkera kirin ku ne OHAL û ne jî hişmendiya faşîzan nikare pêşî li hunerê bigire. Qeyûmên dewleta Tirk ku hemû rûyê dewletê yê dagirker û faşîzan didin nîşan, piştî tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin, hemû destkeftiyên gel xesp kirin. Yek ji van qeyûmên talanker jî, qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin bû. Vî tetikêşê dewleta faşîst, Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê da girtin, lê hunerhezan dest ji xerbatên xwe berneda û navenda çandê ya nû vekirin. Xebatkarê navendê Ferhat Nas û yên gel wî, ji bo hunera xwe îcra bikin Navenda Civata Hunera Azad ava kirin. Hunermendên ku cih û warek ji xwe re peyda kirin, ji siwax û boyaxa wê bigire her tiştên wê bi destê xwe çêkirin.

Bi keda destê xwe avakirin

Nas diyar kir ku piştî girtina navenda wan, diviya wan karê xwe bidomanda û axivî: “Ji xwe em xwedî tecrûbe bûn. Ji bo em hunerê ragihînin civakê, me ji bo tiştekî wisa hewl da. Em her tiştî bi keda xwe amade dikin. Çimkî, dema wisa be di her tiştê wê de kedeke cuda heye. Helbet girêdana vê jî xurtir dibe. Di her dîwarê wê de şopa destên xwendekarên me jî heye û em vê xebatê didomînin. Ji xwe ya ku me bi vir ve bide girêdan jî wê ev ked be.” Nas aşkera kir ku huner tu carî di demên rihet de nayê afirandin û têkildarî rewşa heyî jî ev tişt got: “Dixwaze OHAL be, şer be qet ferq nake. Her tim dixwazin huner di bin pêkutiyan de bihêlin. Lê ne di vê serdemê de û ne jî di tu serdeman de dê tu tişt nikaribe li ber hunerê bibe asteng. Huner astengiyan qebûl nake. A rast rewş çi dibe bila bibe, ya me xelas dike huner e. Em jî ji bo vê tiştekî ekstra nakin, a rast em tiştekî asayî dikin. Şer jî hebe, OHAL jî hebe huner her tim heye û dê hebe jî.” 


 DÎHABER / MERSÎN