Dibistana ku bi zimanê dayikê perwerde dida Zarokistan di 2014’an de dest bi perwerdeyê kiribû rastî eleqeyek mezin hatibû. Piştî ku dewleta Tirk şaredariya Amedê desteser kir Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Ali Aydin hat girtin, di 8’ê Kanûna 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Qaymeqamê Peyasê Mustafa Kiliç ê wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, hemû perwerdekarên li kreşên girêdayî şaredariyê ji kar derxist. Li ser vê yekê malbatan êdî zarokên xwe neşand kreşê û her wiha qeyûmê Tirk Zarokistan veguherendiye cihekî ku tenê perwerdeya bi zimanê tê dayîn.

 
Kes zarokên xwe naşîne


Qeyûm, li kreşa Zarokistan Xalxalokê ya bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn mamoste, 2 îdarekar û 2 peywirdarên aşxaneyê ji kar derxistin. Mamsoteyan got, wan ji dema avakirina Zarokîstan Xalxalokê heta niha ked daye û ji bo mafên xwe bi dest bixin ew ê li ber xwe bidin. Piştî mamoste ji kar hatin derxistin, hemû malbatan qeydên zarokên xwe jê birin. 



Veguherand kreşa Tirkî


Piştî perwerdekar ji kar hatin derxistin, Zarokistan Xalxalok veguherî kreşeke ku bi Tirkî perwerdehî tê dayîn. Dê li kreşê mamosteyên ji aliyê Gerînendetiya Perwerdehiya milî ve hatine tayînkirin wê bên xebitandin û dê mufredata perwerdehiya milî ya Tirk bê sepandin û her wiha dê zimanê perwerdehiyê jî Tirkî be. 



Li dijî bişavtinê perwerde dida


Zarokistanên di 2014’an de li Amed û navçeyên wê hatin vekirin, li dijî pergala perwerdehiya polîtîkayên bişavtinê wek saizyên alternatîf hatibûn vekirin. Li zarokistanan hem perwerdehiya bi zimanê dayikê dihat dayîn û hem jî zarok bi dîrok, xweza û muzîk re bila dibûn.


Navdarên Kurd dinasîn


Li Zarokistan Xalxaloka girêdayî Şaredariya peysaê 120 zarok perwerdehiya pêşdibistanê didîtin. Li dibistanê 6 pol hebûn û di her polê de 20 xwendekarên zarok hebûn. Li 5 polan bi Kurmancî perwerdehî dihat dayîn, li polekê jî bi Kirmanckî perwerdehî dihat dayîn. Li vê dibistanê temenê zarokan di navbera 3-5 salan de bû. Li gel atolyeyên ekolojî, dîrok, muzîk, îngilîzî zarokan navdarên Kurd ên wek Cegerxwîn, Melayê Cizîrî jî dinasîn.


NAVENDA NÛÇEYAN