KCK: Ji ber ku di 31’ê Adarê de ne tenê di hilbijartinê de serketin hate bidestxistin; faşîzma AKP-MHP’ê hate têkbirin. Ya ku ji niha û pê ve were kirin, ew e ku bi polîtîkayên demokratîk ên li dijî şer, ev desthilatdarî bê hilweşandin.
Piştî hilbijartinên cihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, KJK’ê û KCK´ê daxuyanî dan. KJK´ê got, ‘’Şikandina faşîzma AKP’ê, serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.” KCK´ê jî got, Kurdan karî bi stratejiya xwe zora AKP-MHP´ê bibin û niha jî dora rûxandina faşîzma wan e.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hilbijartinên cihî daxuyaniyeke nivîskî da. KJK´ê got, “Desthilata faşîst a Erdogan, armanc dikir ku li Tirkiyeyê, bi hilbijartinên cihî ên 31’ê Adara 2019’an û metropolên mezin bi derew, dek û dolaban, bi bandora medyaya şerê taybet, bi sûdwergirtina ji derfetên dewletê bi dest bixe, li Kurdistanê jî hemû bajarên Kurdan bi dagirkeriyê û zorê desteser bike û şerê qirrkirinê bîne asta herî bilind.
Dîktatoriya Erdogan ku li Tirkiyê û Kurdistanê tam serwer bûye, bi xeyalên dewleta Osmanî ya nû, wê planên dagirkirina tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê bi cih bianiya û wiha, wê ew armanca ku li Rojhilata Navîn bibûya hêza herî karîger, pratîze bikira. Bi encamên hilbijartinê derkete holê ku ji bo xeta sînor a Bakurê Kurdistanê planeke pirr taybet daniye ber xwe. Ji derve leşker û cerdevan anîne bajar û navçeyên Kurdistanê yên ku nifûsa wan kêm e, asteng kiriye ku gelê me yê welatparêz biçe ser sindoqê, deng dizîne û Şirnex, Çelê, Şemzînan û tevahiya xeta sînor hatiye dagirkirin. Li ser xeta sînor tişta ku bûyî, ne hilbijartin lê tevgera dagirkirina Kurdistanê ya desthilata AKP’ê ye. AKP, weke DAIŞ‘ê xwedî pratîka faşîst, qirrker, talanker, tecawizkar, dizek, desteserker, mêtinger e. Hêzên faşîst ên AKP-DAIŞ’ê hê jî bi hev re tevdigerin.
Desthilata AKP-MHP´ê şikest
Di hilbijartinan de, helwêsta gelê Kurd, ji bo eniya azadî û demokrasiyê, ji bo geşbûna yekîtiya neteweyî ya Kurd û ji bo têkoşîna tevgerên azadiya jinê encamên girîng bi xwe re anîne. Li Tirkiyeyê, faşîzma AKP-MHP’ê di serî de metropolên mezin ên mîna Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê, li gelek bajaran bi dengên Kurdan têk çûne.
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û bi taybetî dîktatoriya Erdogan, di van hilbijartinan de, ji ber encamên ku derketine holê, hejijîne, xeyalşikesttî bûne, têkşikiyane û şikiyane.
Têkşikîna faşîzma AKP’ê serketina hezên azadiyê û demokrasiyê yên Tirkiyeyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.
Yekîtiya xwe pêk bînin
Ji bo vê jî, bi berxwedana gelê Kurd, ne tenê ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê, gefeke mezin a ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî hatiye astengkirin.”
KJK´ê wekî din bang li gelê Kurd kir û got, “Gelê me bi teqezî divê gundên xwe, bajarên xwe bernede. Divê li xaka xwe xwedî derkeve. Gelê me yê Dersimê divê zanibe biqasî ku bi Kurdistanê re bibe yek, dikare azad bibe.
Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe, jinan dikin, bêyî ku gavekê jî giyanê berxwedanê berdin, rêxistiniya xwe xurt bikin û têkoşîna azadiyê bi vîn û biryardariyeke mezin, domdar bikin, geş bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.’’
Dora hilweşandina faşîzmê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî derbarê hilbijartinan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê hatiye têkbirin. Pergala qeyûman a ku li Kurdistanê îradeya gel xesp kiriye, hatiye bidawîkirin. Dewleta Tirk li Şirnex û hin navçeyan bi dek û dolaban hin endamên xwe kiribûn şaredar jî, wan nekaribû rê li pêşiya têkçûna AKP’ê ya li Kurdistanê bigirin. Polîtîkayên AKP´ê û Erdogan têk çûne. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan û demokrasiyê xizmet ji MHP’ê re kiriye. Di 31’ê Adarê de derketiye holê ku desthilatdariya AKP’ê wê demeke dirêj nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne.”
KCK´ê got, HDP’ê bi stratejiya xwe bandoreke mezin li ser siberoja Tirkiyeyê kiriye û wiha dewam kir: “ Kurdan û hêza demokrasiyê ya Tirkiyeyê , dîroka têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de serdemek nû dane destpêkirin. Desthilatdarî li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Antalyayê têk çûye û zehmet e ku ev partî êdî karibe li ser desthilatdariyê be. Ji ber ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Kurdistanê jî têk çûye, êdî vê desthilatdariya faşîst wê nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.
Ji ber ku di 31’ê Adarê de ne tenê di hilbijartinê de serketin hate bidestxistin; faşîzma AKP-MHP’ê hate têkbirin. Ya ku ji niha û pê ve were kirin, ew e ku bi polîtîkayên demokratîk ên li dijî şer, ev desthilatdarî bê hilweşandin.”