Artist at Risk: Di şert û mercên dijwar de Fatoş hat ragirtin ku armanca wan bêdengkirina muxalifan e, astengkirina azadiya xweîfadekirinê û çalakiyan e li Tirkiyeya di bin rejîma otokratîk a serokkomar Tayyip Erdogan e.

Hunermend Fatoş Irwen a ku bi performans û berhemên xwe bala xwe dida têkoşîna azadiya jinê, ji hepsê derket. Dewleta Tirk mamoste û şêwekar Fatoş bi îfadeyên şahidekî veşartî mehkûm kiribû, lê wê hunerê xwe dewam kir û li Helsînkî û Ukraynayê gava ew di hepsê de hunerê wê li pêşangehan bû.

Hunermend Fatoş Irwen, beriya bi çend rojan piştî hepskirineke neheq hat berdan.  Fatoş Irwen hem şêwekar e û hem jî perwerdekar. Ji bo fatoş Irwenê rêxistina ji bo parastina hunermendan a navneteweyî ya bi navê Artist at Risk (Hunermendên di Tehlûkeyê de) heta niha hem raya giştî agahdar dikir û hem jî bo serbestkirina wê hewl dide. Artist at Riskê par (2019) li Helsinkiyê li pavyona xwe ya fuarê de berhemên Fatoş Irwenê nîşan dabûn. Rêxistinê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hefteya bihurî Fatoş Irwen hatiye berdan. Îrwen bi îfadeyên şahidekî veşartî, bi îdîayên cihê yên weke liberrabûna polîs û propagandaya rêxistineke terorê sala 2016´an hatibû girtin û ceza lê hatibû birrîn.

   

Berê awira wê li azadiya jinê ye

Hunermend û mamosteya Kurd Fatoş Îrwen di çalakiyeke sala 2013´an de cihê xwe girtibû û şahidekî veşartî li ser îfadeyên derew dan û da girtin. Rêxistina Artist at Risk, ji bo şert û mercên girtîbûna wê got, “Di şert û mercên dijwar de hat ragirtin ku armanca wan bêdengkirina muxalifan e, astengkirina azadiya xweîfadekirinê û çalakiyan e li Tirkiyeya di bin rejîma otokratîk a serokkomar Tayyip Erdogan e.”

Fatoş Irwen li navçeya Amedê Sûrê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Di performansên xwe û berhemên xwe yên hunerî de bala wê li ser siyaseta elaqedarî cinsan û azadiya jinê ye. Ji bilî nîşandana berhemên wê li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, Gulana par, hin berhemên wê ji aliyê kolektîfa Stockholm Performance Art hatin neqandin ji bo pêşangeheke navneteweyî ya li Ukraynayê.

DEwleta Tirk berê jî hunermend bi tohmetên pûç kiribûn hepsê û ji wan Zehra Dogan karê xwe yê hunerî di hepsê de jî dewam kiribû. Banksy jî û gelek sazî û rêxistinên din ên hunermend û rojnamevvanan lê xwedî derketibûn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN