Li ser van gotinên Bagis, herdu welatan bi rêya sefîrên bilind hevdu hişyar kirin û rojnameya nêzî aliyê mûxafazakar a Almanyayê "Frankfûrta Allgemeine Zeitung (FAZ)" bi sernavê "Kûçikê bi toqa Erdogan" der heqê mijarê de cih da analîzekê. Rojnameyê bal kişand ser gotinên hefteya derbasbûyî û şîroveya "Makseya Egemen Bagiş niha ket. Ti rayedarekî hukûmetê, di dema krîzê de asta rexneyan bilind nake" kir.
Di şîroveya bi mora Michael Martens de hat bibîrxistin ku Bagiş 15 salan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jiyaye û hat gotin: "Gava li DYE dima, bi tenê Îngiliza xwe pêş nexist, di heman demê de ji Emerikiya hunera axaftinê hîn bûye. Bagiş di gelek axaftin û hevpeyvînan de bi vê gotinê destpê dike; 'Siyasetmedarên Ewrûpî dibêjin serê pêvajoya danûstandinên me yên bi Yekitiya Ewrûpayê re, vekiriye. Em nikarin vê qebûl bikin. Bila neyê ji bîrkirin, îro zewacên Katolîk jî xwedî pêşerojek ne diyar e."
Rojname diyar dike, ku tevî heneko û xwînsariya Bagiş, di heman demê de netewperest û bi hêrs e û got, "Serokwezîrê Tirk Erdogan, di çarçoveya berjewendiyên Enqerê de pêwistiyê bi kompleksa mezinahiyê ya Bagiş dibîne."
Hêvî hebû ku pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpayê, ku di salên dawî de xetimîbû, bi sala 2013'an de jinûve vebûya û bimeşiya. Lê belê, berxwedana Parqa Gezî û destwerdana tund a polêsên Tirk ev pêvajo di cih de rawestand. Hefteya derbasbûyî Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel asta rexneyên xwe yên li ser dijwariya polêsên Tirk a li Parqa Gezî zêde kiribû û gotibû "Helwesta hukûmeta Tirk min dixe nava tirs û gumanan.
BERLÎN