FC Kandil Saarbrucken li eyaleta Elmanyayê Saarlandê di Landesliga (lîga eyaletê) de bi 72 puwanan sala 2018/2019´an bû şanpiyon û derket lîga jortir Verbandsliga. Piştî hefteya 7´an wê li ser hev 14 caran dijberê xwe birin û bû xwediyê rekorekê ku zehmet e piştî niha bê şikandin di wê lîgê de. Di hefteya dawî de bi 3 puwanan li pêşiya reqîbê xwe bû FC Kandil û di maça yekşemê de jî êdî rehet bû, lewma ew wekhev jî bimana wê bibûya şampiyon.
Di vê maça li dijî tîma Sport Freund Saabruckenê de qederê hezar alîgirên tîmê jî li maçê temaşe kir. Lîstikvanan jî bi pankarta “Spas ji bo alîkariya we” malavahiya temaşevan û alîgirên xwe kir. Ji serî heta binî FC Kandil serketî bû û maç jî bi skora 5-1 bir; bi vê yekê jî bû şampiyonê Landesliga Saarlandê. Sala bê wê di Verbandliga ya Saarlandê de bilîze.
SAARBRÜCKEN