KCK: Heval Egîd ji bo gihandina hezaran mamoste û deh hezaran xwendekaran bê navber xebat meşandiye. Bi şêwazê xwe yê kar ê herikbar, bi sebir û afirînerî sekneke mînak raber kiriye.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê Egîd Cîlo bi bîr anî. Endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî  Egît Cîlo, 13’ê Sibatê li Rojavayê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê di kesayeta Egîd Cîlo de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got, “Em bi xemgînî hîn bûn ku endam û xebatkarê komîteya me Egîd Cîlo di qezayeke trafîkê de şehîd bûye. Bê guman, ev xemgînî ne xemgîniyeke wisa ji rêzê ye. Ev encama wateya kûr a fedakariya bêsînor a şêwazê kar û bandora kûr a hezkirina wî ya mirovan a ji dil û di giyanên me de ye.”

Egîd weke navê xwe bû

KCK´ê kesayeta Egîd Cîlo wiha nirxand: “Rêheval Egîd Cîlo li gundekî ser bi Kercosa Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Heval Egîd bi malbata xwe ya ku di temenê biçûk de koçberî metropolên Tirkiyeyê bûyî re pêvajoyên zor û zehmet dijî. Ji milekî ve dixebite, ji milekî ve jî xwendina xwe didomîne. Rêhevalê me Egîd Cîlo di nava zor û zehmetiyan de zanîngehê dixwîne, di vê demê de hîn bêhtir Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nava refên wê dibe. Bi qasî 27 salên ku di nava refên azadiyê de bi fedakariya xwe têkoşîneke serkeftî meşandiye. Heval Egîd weke navê xwe mînaka herî xweşik a di nava refên azadiyê de nîşanî me da ku bi hevrêtiya herî bi wate re mirov çawa dikare bi şêwazê xebata hilberîner, afirîner û berpirsiyar xwe temam bike û pêk bîne.”

Dilsozê zimanê Kurdî

Komîteyê li ser xebat û tevlîbûna Egît Cîlo jî got;“Rêhevalê me beşeke mezin a jiyana xwe ya şoreşgerî di qada ziman û perwerdehiyê de bi xebatên serkeftî tacîdar kiriye, bi taybetî jî di qada Zimanê Kurdî de bi girêdana xwe ya welatparêzî bi salên dirêj û bênavber xebat meşandiye.”

Herikbar, bi sebir û afirîner bû

KCK´ê li ser ked û xebatên Egîd Cîlo yên li Rojavayê Kurdistanê jî got, ”Ji destpêka Şoreşa Rojava ve Heval Egîd di nava şoreşê de cihê xwe girt, li vir jî bi taybetî di sazîbûna xebatên perwerde û zimanê Kurdî de bi kedên mezin têkariyên xwe kirin. Ji bo gihandina hezaran mamoste û deh hezaran xwendekaran bê navber xebat meşandiye. Şêwazê wî yê kar ê herikbar, bi sebir û afirîner; hevrêtiya wî ya germ, bi jêhatîbûn û şêwazê xwe yê pêşxîner û perwerdekar tim sekneke mînak raber kiriye.”

Ji bo me daneheveke dersan hiştiye

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê daxuyaniya xwe bi wan gotinan bi dawî kir: “Heval Egîd di nava 27 salan de ji bo me li ser navê bedewî û berpirsyariya hevrêtiyê, mîras û daneheveke dersan hiştiye. Bi vê meneyê, tişta ku dikeve ser milê me  ew e ku; heta em bigihêjin serketinê, keda Heval Egîd û bi hezaran şehîdên azadiyê bilind bikin, bi pêş bixin û mezin bikin. Li ser vî esasî di serî de ji malbata wî ya welatparêz û hêja re, em ji hemû gelên Kurdistanê, heval û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin.”

 

ANF/BEHDÎNAN