Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed tevî şandeyeke ji Rojavayê Kurdistanê li Emerîka derbarê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, bi berpirsên Kongreya Emerîkî, Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê û nûnerê Qesra Spî re civiya. 

Di hevdîtina bi Kongreya Emerîkî re, rewşa Sûriyê hat nirxandin, Sîstema Rêveberiya Xweser hat pênasekirin û girîngiya ji bo azadiya jinê hat vegotin.

Herdu aliyan derbarê destwerdanên dewleta Tirk û dirêjkirina aloziya herêmê de nîqaş kirin.

Her wiha Şandeya Rojava ji Kongreya Emerîka xwest ku çareseriyekê peyda bike ji bo dijminatiya hikûmeta AKP’ê ya li ser gelê Kurd. 

Şandeyê bi nûnerê NY(Neteweyên Yekbûyî)ʹyê yê Sûriyê Maykil Ratînî re jî derbarê civîna Astana û girîngiya beşdariya nûnerên gelê Sûriyê û hêzên Sûriye Demokratîk, nîqaş kir.

Her wiha şandeyê bi nûnerên Qesra Spî Brett McGurk re jî hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê, Federaliya Bakurê Sûriyê, mekanîzemeya kordîneya bi rêveberiya nû ya Emerîkayê re û şerê li dijî DAIŞ’ê, nîqaş û nirxandin kirin.

Îlham Ehmed di hevdîtinan de bal kişand ser girîngiya kordîneya di navbera QSDʹê û hêzên koalisyona navneteweyî de û destnîşan kir ku Emerîka, Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê wekî çareseriya herî guncaw a aloziya herêmê dibîne. 


CÎHAN ROJ  / ANHA / NAVENDE NÛÇEYAN