Hevserokê Meclîsa Damezirêner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm bi welatiyan re civiya û Sîstema Fedaraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji wan re pênase kir.
Hevserokê Meclîsa Damezirêner a Sîstema Fedraliya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Mensûr El-Selûm û Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Leyla Mustefa û Endamên rêveberiya Girê Spî bi armanca danasîna sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê li gundê Tenûza ya Girê Spî civîna gel li dar xist.
Avakirina jiyana bihevre
Civîn bi beşdarbûna dehan welatiyan bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê Mensûr El-Selûm bi awayekî berfireh li ser Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê û belgeya ku di civîna Rimêlan de hat erêkirin, axivî. Mensûr dîroka têkiliya di navbera pêkhateyên herêma Girê Spî bi bîr xist û got: “Civakên li vir bi salan e bi aramî û hezkirinê bi hev re dijîn. Têkiliya xwe ya hezkirinê û cîrantiya baş avakirin. Niha jî pêwîst e ku em xwedî li van berpirsyariyan derkevin.”
El-Selûm, da zanîn ku gelê herêmê karîbû parastina xwe bike û herêmên xwe dûrî wêraniyê birin û wiha dewam kir: “Bi saya Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk gelê herêmê parastina xwe kir. Niha jî erêkirina belgeya sîstema Federaliya Demoratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê serketineke mezin e. Gelek şervanan ji bo vê yekê cane xwe feda kir.”
'Federalî ya me Ereban e'
El-Selûm, hin derdorên ku îda dikin ku sîstema Fedraliya Demokatîk wê Sûriyê parçe bike jî rexne kirin û wiha dewam kir: “Hin kes dixwazin di ava şelû de nêçîrê bikin û rastiyên li welêt ji rastiyê dûr bixin. Ez bi gotinên rast dibêjim, em wekî pêkhateya Ereb, nûnertiya me ya rast di civînê de hebû. Ez wekî Hevserokê Meclîsê hatim hilbijartin. Ez ji pêkhateya Ereb im. Di meclîsê de nûnerên Suryanî, Ereb, Turkman, Asûrî, Ermen û Kurdan beşdar bûn. Ev nihêrîna di serê hin derdorên xerabker de hatiye çandin, di civînê de ne diyar e. Me demokrasiya rast dît, em beşek ji welat in. Ev federalî li pêş Kurdan a me Ereban e.”
Piştî axaftinan El-Selûm encamnameya civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demrokatîk ji beşdaran re xwend. Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.
GIRÊ SPÎ