Di vê pêvajoyê de hemû hêzên navneteweyî û yên herêmî li ser pêşeroja Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî di nav hewldanê de ne. Lê di hewldanên van hêzan de çareseriyek demkurt jî ne diyar e. Dîsa li ser erdê jî hêzên ku hene hem di hêla pratîk de hem jî di hêla hişmendiyê de diyar e ku rewşeke çareseriyê dernaxîne holê. Her hêzek ji bo herêmekê bixe bin hegemonya xwe, şer û pevçûn dijwartir bûne. Taybet piştî agirbesta navbera Amerîka û Rûsya têk çû, rewşa şer li herêmê hîn girantir bûye. Xwîna gelên li Sûriyê tê rijandin. Di bin navê mezhep, etnik de, di nava şerekî hev tunekirinê de ne. Yanî yek yeka din tune bike û li şûna wê bibe desthilatdar. Ev jî hêviyên çareseriyê yên li Sûriyê her diçe tune dike.
Di vê rewşê de gelên li Sûriyê bi koçberî û asîmîlasyonê bûne amûrên hêzên navneteweyî û herêmê. Fatûre li wan tê birîn. Hîn duh Tirk ketin Cerablûsê, li dibistanên Cerablûsê zimanê Tirkî û alaTirk hene. Edî Cerablûs weke parçeyekî axa Tirk tê dîtin. Di milê Hama û Helebê de şer hîn giran bûye. Di van şer û pevçûnan de bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê yeke rejîma BAAS’ê bi piştgiriya Îran û Hizbullahê nêzî çareseriyê nabe. Xewna ku careke din bi navendî Sûriyê bi rêve bibe de ye. Hêzên navneteweyî tu çareseriyên wan ji bo gelên li Sûriyê tune.
Di demeke wisa de li herêma Bakurê Sûriyê hem di hêla projeya çareseriyê hem jî di hêla pratîkî de hewldan û nîqaşên çareseriyê tên kirin. Ev hewldan û nîqaş ji bo tevahiya gelên li Sûriyê ye. Li Rimêlan li ser çar mijarên esasî; netewe dewlet û bandora wê li ser pêkhateyên li Sûriyê dijîn, neteweya demokratik û şaxên wê, tecrûbêya xweseriya demokratik û projeya neteweya demokratîk. Bi tevlêbûna hemû beşen muxalîfên li Sûriyê yên weke Ereb, Asûrî, Suryanî, Çerkez, Durzî, Tirkmen, Kurd  bi 160 endaman ve komcivînek hat lidarxistin. Di vê komcivînê de 2 rojan ev mijarên girîng hatin nîqaşkirin.
Ev nîqaş di hemû hêlan de girîngiya xwe heye. Li hemberî gelê li Sûriyê pêkanîna erkên xwe yên exlaqî heye. Her wiha xweseriya demokratik da xuyakirin ku tecrûbeyek serkeftî ye.
Bi vê projeya demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan, li ser hîmê demokrasiye li parçeyekî Sûriyê yê azad pêk tê dibe modelek tevahiya Sûriyê. Di vê komcivînê de dîsa di hela psîkolojîk de metirsiyên heyî, qutbûn û tirsa di navbera gelan de ku hatiye avakirin jî zelalbûnek çêkir. Ji ber ku rejîma BAAS’ê di nava gelan de tirseke qutbûnê di hela psîkolojîk de ava kiribû. Baweriya gelan li hemberî hev nemabû, gel ji hev ditirsiyan. Li ser çi esasî dikarîbûn bi hev re bijîn. Ev nîqaşên li komcivînê ji bo hevdû fêmkirin û rakirina tirsê girîng e.
Dîsa pirsên di serê gelek kesan de gelo Kurd beşek axa Sûriyê parçe bikin yan ev tene projeya Kurdan e yan jî Kurd girêdayî hin hêzên din vê pêş dixîne. Komcivîn ji van pirsan re jî bû bersiv. Mînak her kes vê tirsê dijî, ev projeya parçekirinê ye. Vê dişibînin modela Iraqê yan jî Başûr. Bi nîqaşan diyar bû ne modela Iraqê yan jî Başûr e. Li gorî çand û rastiya gelan e. Di çarçoveya sînorên komara Sûriyê de li ser hîmê cografîk projeya jiyana hevbeş, qebûlkirina hemû baweriyan taybet jî azadiya jin tê de li ser vî esasî hatiye pêşxistin.
Ev proje pêşî li parçebûna Sûriyê digire. Li ser esasê Sûriya ne navendî, pirr reng û federasyona demokratik e. Ev proje tifaqa gelan e. Gel bi hev re tifaqan pêş dixin, ne ku bi hêzên cîran û navneteweyî re. Hêzên herêmî û navneteweyî li Sûriyê xwe dispêrên beşek ji gelên li Sûriyê. Esas ev rewş rê li ber parçebûna Sûriyê vedike. Ya ku tevahiya Sûriyê esas digire û rê li ber parçebûnê digire federasyona demokratîk e. Ev yek garantiya tevahiya Sûriyê ye.