Newroz tê pîrozkirin. Kurd ên ku xemgîniya ji ber hovîtiya li Cizîr û Sûrê hên ji ser xwe neavêtine û di şîna şehîdan de ne, bi îlankirina Federasyona Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê ve hinekî dilşa bûn. 

Bi hatina Newrozê re, li Rojava îlankirina rejîma federalî, ji bo Bakur jî mizginiya vebûna deriyê statuyekî siyasî ye. Wer xuya ye ku heta dawiya 2016’an, niqaşa li ser statuya Bakurê Kurdistanê jî wê bibe rojeva siyaseta hundirîn û ya navneteweyî…  

Rejîma Tirk a ku bi her saziyên xwe ve ji bo serokatiya Recep T. Erdogan di nava tevgerê de ye û dengê her kesên ku bahsa aştî û çareseriya pirsgirêkên civakî dike, dibire, êdî pîne nagire. Rejîm bi her gavên ku davêje re hê zêdetir dixitime û ji qewetê dikeve.

Bêçaretiya xwe dixwazin bi zêdekirina hovîtiyê veşêrin. Di serî de Erdogan û xwediyên din ên rejîmê tenê bi çavtirsandina xelkê ya bi girtin û kuştinê re, dikanin li ser pê bisekinin û desthilatdariya xwe bidin berdewamkirin.

Êrîş û hewldanên wan ên ji bo astengkirina destketiyên Kurdan, ên li herêmê û yên li qadê navnetewî vala derdikeve. 

Kurdên Rojava bi xelkên din ên li Bakurê Sûriyê gavekî dîrokî avêtin û pergala federalî îlan kirin. Ev gav ji bo siberoja Sûriyê jî gaveke pirr girîng e û derbarê mijara xelkên li Sûriyê wê çawa bi hev re û di nava aştî û aramiyê de bijîn de, perpektîfeke demokratîk radixe ber çavan.

Dewletên serdest û nokerên wan ên ku li Sûriyê tenê şerê desthilatdariyê dikin û xwedî piştgiriya xelkê nînin, her çiqas di nava xwe de civînan li dar bixin jî, çarenûsa Sûriyê wê li qadê diyar bibe. Niha gava ku li Rojava hatiye avêtin wek mînakeke ye ku xelkên Sûriyê gişt berjewendiyên xwe tê de bibînin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser îlankirina pergala federalî, ji bo ku ahengê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê û dewletên herêmê re xera neke, mercê “eger xelkê Sûriyê qebûl bike“ anî ser ziman. Rûsyayê berê gotibû ku di hevdîtinên Cenêvrê de mimkûne ku ji bo Sûriyê pergala federalî bê rojevê…

Di rewşa îroyîn de, eger mirov hêz û bicihbûna aktorên li Sûriyê bigire ber çavan; heta niha xeynî Kurdan tu hêzan ji bo paşeroja Sûriyê bahsa pergalekî siyasî nekirine. Tenê bahsa çarenûsa Beşar Esad tê kirin. Xeynî Kurdan tu hêz xwedî perspektîfeke ku hemû xelkên Sûriyê pê bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn, nîne. Ji xwe tu ji wan bahsa demokrasiyê jî nakin. Di vê rewşê de; li qadê, yanî li Sûriyê hêzên ku di nava xelkê de birêxistin in, yanî xwedî bingeheke civakî ne, ew tenê dikanin ji bo diyarkirina qedera Sûriyê gotinekê bikin û rolekî bilîzin...

Di nava aktorên ku bi Sûriyê re elaqedar in de, tenê Kurd bi rêxistinên xwe yên civakî û leşkerî ve, ji hêzên din ên ku şerê wesayetî dikin, cûda ne. Tevgera Kurd him xwedî bingeha civakî ye û him jî xwedî rêxistinîbûneke leşkerî ya bibandor e.

Çawa ku her hêzên herêmî û navdewletî di rêvebirina polîtîkayên xwe de Kurdan êdî bi giştî hiltînin dest û gorî wê helwestê nîşan didin, siyasetên Kurdan jî her diçe dibe Kurdistanî û bandorê li hev dike. Ji ber vê yekê; pêşketinên li Rojava wê bandorê li rewşa Kurdên Bakur û yên parçeyên din bike. 

Ev gav a îlankirina pergala federalî wê0 moralê bide berxwedana Gever, Nisêbîn, Amed û Şirnexê û ji niha ve coş tevlî coşa Newrozê kir. 

Dewleta Tirk xeynî pîrozbahiya li Amedê, ji ber tirsê piraniya pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir. Lê digel qedexeyê, ev çend roj in, pîrozbahî bi coş dewam dikin. 

Kurdên Bakur wer pê dihesin ku îlanbûna federasyona li Rojava bi coşa Newrozê ve, ji bo Bakur jî mizgîniya jiyaneke xweser û statûyekî siyasî dide…