FEKAR’ê 20’emn kongreya xwe ya asayî li Bîela bajarê Swîsreyê li dar xist. Di kongreyê de Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdan li Ewropayê (KON-KURT) Îsmet Kem axivî û bal kişand ser pêşketin û bûyerên siyasî. Kem destnîşan kir ku dewleta Tirk plan dike ku derbeyên giran li gelê Kurd bixe, lê nikare bi encaman werbigire.
Kem bal kişand ku ji bo Kurdan pêvajoyeke nû dest pê kiriye û diyar kir ku greva birçîbûnê ya ji aliyê parlementerên girtî yên BDP’ê û girtiyên din ve hatine destpêkirin, gava pêşî ya vê pêvajoyê ne. Kem banga xurkirina çalakiyan li Kurdên li Ewropayê jî kir.
Piştî axaftinê, berdevkê demê yê FEKAR’ê Huseyîn Guzel rapora demê ya federasyonê xwend û piştî xwendin û nirxandina raporan, rêveberiya nû hate hilbijartin.
Di hilbijartina 238 delege beşdar bûn de 124 deng hatin karanîn. Di encama hilbijarirtinê de Metin Tekçe, Nûran Tekdag, Metin Mintaş, Îbrahim Güler, Hatice Sonu, Zübeyde Demir û Omer Kral weke rêveberiya nû hate hilbijartin.

BÎEL