Berpirsê Odeya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa pêr êvarî bi Sefîrê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê yê nû Hakan Karaçay re hevdîtin kir.

Hakan Karaçay weke sefîrê giştî yê Tirkiyeyê li Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê pêr dest bi kar kir. Li gorî malpera fermî ya Odeya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berpirsê Odeya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bi boneya Hakan Karaçey dest bi kar kiriye pêre hevdîtin pêk aniye.

Di hevdîtinê de Felah Mistefa gotiye, "Daxwaza Herêma Kurdistanê ew e ku pêwendiyên bi Tirkiyeyê dewam bikin û werin bipêşxistin."

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de ji bilî gotûbêjkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de, li ser hemahengiya siyasî û mirovî ya di navbera her du aliyan de axivîne.

Li aliyê din, rojane balafirên şer ên dewlata Tirk xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dikin û di warê bejahî de jî hewl didin ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Lê hate ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa rawestandina bombebaranan nehatiye kirin. 



HEWLÊR