Hunergeha Welat ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê kilameke nû bi gotinên Mehmûd Berazî û dengê Xalid Dêrik amade kir. Ev kilama hanê bi klîba jê re hatî amadekirin, hat belavkirin. Gotinên kilamê li jêr in:

Kuro Tirko baş bizane

Sûra Amed im, kevirê kaldirme me

Şahê şêran birîndar im

Brîndarê kerba giran im

Kewê ribat im, hogê mêran im

Ji jinan keça sitî me

Xweya Xelîta Zîvî me

Kujerê gurê boz im

Tola sor a Sara me

Hilma pêta Zîlan im

Felaket im yeman im

Şapa Zapê me

Tunehêla Serêkaniyê me

Ez ê li mala te bikim dojeh û qeyran im

yeman im

Felaket im yeman im

 

 NAVENDA NÛÇEYAN