Bi tirên sergirtî ber bi Cerablûsê ve sewqiyat tê kirin. Deriyên qaseyên van tiran mohrkirî ne û ajokarên wan jî nizanin çi di qaseyan de ne. Her wiha li wî aliyê sînor çekdarên komên “Mertalê Firatê” van tirên barkirî pêşwazî dikin. ÎHH, AFAD û Heyva Sor a Tirk jî bi heman awayî bi refeqatî û parastina tîmên taybet malzemeyên ku nayê zanîn çi ne vediguhezin Cerablûsê. 

Ji deriyê sînor ê Karkamiş a Dîlokê ber bi Sûriyeya ku bi rûxandinê di rojeva cîhanê de ye hesin, çîmento û amûrên înşeatê tên şandin. Li deriyê sînor tirên barkirî bi qasî 15 kîlometreyan li dû hevdu rêz bûne û qaseyên wan girtî û mohrkirî ne. Me ji ajokaran pirsî ka bi TIR’an çi tê veguhestin, lê gotin ew jî nizanin çi vediguhezin. Ajokaran diyar kir ku li gumrukê kontrola ewraqên wan tê kirin û paşê bêyî venêrîn an jî kontrolên ewlehiyê bên kirin ew derbas dibin. 
Hat diyarkirin ku piraniya tirên ku deriyê qaseyên wan mohrkirî ji lîmanên Mêrsîn û Îskenederûnê tên û piştî ku ev tir deriyê gumrukê derbas dikin, li navenda Cerablûsê ji aliyên komên OSO’yê ve tên pêşwazîkirin. Li wir ajokar tên daxistin û TIR’an dibin depoyên ku cuda hatine çêkirin û li wir tên valakirin. 



Li barên xwe nenihêrin


Yek ji ajokaran Yaşar, diyar dike ku berê wan perçeyên motoran ku malê Çînê bûn û malên prefabrîk vediguhestin, lê belê vê carê ew nizanin çi vediguhezînin. Yaşar, îşaret pê kir ku dema wî ewil kar wergirtiye, jê re gotine sewqiyat dê ber bi Cerablûsê ve çêbibe. Yaşar anî ziman ku wî nexwestiye bike, lê piştî di warê ewlehiyê de mîsogeriya ku tu pirsgirêk dê çênebin ji bo wan hatiye dayîn wî kar qebûl kiriye û Yaşar got: “Dema min got ez ê çi veguhezim, ji min re negotin. Dema bar li tiran kirin derî hatin mohrkirin û şîret li min kirin ku derî neyê vekirin.” 



ÎHH, AFAD û KIZILAY çi karî dikin?


Yaşar, anî ziman ku wek vî barî wî çend carên din jî bar barkiriye, lê der barê bar de tu agahî ji bo wan nehatiye dayîn. Lê belê Yaşar diyar dike ku her çendî agahiyan nedin jî lê ew texmîn dikin ku tiştê ew dikişînin çek in. Her wiha Yaşar dest nîşan dike ku dema hemû tirên mohrkirî dikevin Cerablûsê, ew bi refeqatiya hêzên taybet heta cihê diyarkirî diçin. 
Li sînor li gel tirên deriyên wan mohrkirî hejmara tirê Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH), Kizilay(Heyfa Sor a Tirk) û AFAD’ê jî balê dikişînin. Her wiha ev tir bêyî ku li deriyê gumrikê bên rawestandin derbas dibin. Di hundurê van tiran de jî Polîsên Tevgera Taybet ku di dest wan de çek hene tên dîtin. Li pêşî û paşiya her tirekê wesayîtên spî û camên wan reş ên bi marka ISUZU hene. Nayê zanîn ku di hundurê van TIR’an de çi heye.


Deriyê sînorî fireh dikin


Her wiha li herêmê tê dîtin ku deriyê sînor tê firehkirin. Li qada ku înşeat lê ye bi awayekî zêde wesayîtên zirxî û leşker hene. Ji bilî karkerên înşeatê û polîsan destûra kesî nayê dayîn ku biçin qadê. Ji bilî firehkirina derî, xebatên xeraca tiran jî dest pê kiriye.



DÎHABER/DÎLOK