
Rejîma Îranê rûyê xwe yê rastî hem bidarvekirinan û hem jî bi zêhniyeta xwe ya destavêj li dijî Kurdan timî dide der. Herî dawî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrewanî, ji bo ku xwe ji destê endamê îstîxbarata rejîma Îranê rizgar bike, xwe ji qata çaran a Hotela Tara a li Mehabadê avêt xwar û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê bajarê Mahabadê rabû ser piyan. Serhildana Mahabadê pêşî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê belav bû, niha jî li her devera Kurd lê rejîma Îranê tê şermezarkirin. Li Frankfurt, Amsterdam, Bruksel û Stockholmê Kurdistaniyan û dostên wan serhildana Mehabadê silavkirin û rejîma Îranê şermezar kirin.
"Siyaseta destavêtinê bi dawî bike"
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Meclîsa Jinê ya Amara û PJAK´ê bi hev re çalakiyek organîze kir. Çalakiyê li Hauptwache pêk hat û têde wêneyên Ferînaz Xosrawanî û Zeyneb Celaliyan a ku cezayê îdamê lê hatiye birrin hatin hilgirtin. Jinan di mîtîngê de pankarta li ser nivîsandî "Dewleta Îranê dawiyê bîne li siyasetên xwe yên destavêtin û bidarvekirinê" hat hilgirtin. Di axaftinan de jî serhildanên li Rojhilat hatin silavkirin.
"Em ê bi paş ve gavê neavêjin"
Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Bruksel, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên darvekirinan ên rejîma Îranê, êrîşên li hember çalakiyan Kurdan û dîtina qatilên Ferînaz Xosrawanî mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiya li ber Parlamentoya Ewropayê de gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Ferînaz Xosrawanî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerên PJAK’ê yên hatin bidarvekirin, hatin hilgirtin.
Nûnerê PJAK’ê yê li ser navê çalakvanan axivî û diyar kir ku pêwîst e mirov xwedî li berxwedana li Mahabadê derkeve. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ti cure polîtîkayên pelçiqandinê wê nikaribin bi Kurdan gavê paş ve bide avêtin û hat diyarkirin ku wê çalakî bidomin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jin a Kurd a Belçîka û PYD’ê jî axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê 11’ê Gulanê roja Duşemê (îro) li Brukselê li ber Konsolosxaneya Îranê çalakiyek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Amsterdamê Îran hat şermezarkirin
Ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Amsterdamê ve hat organîzekirin, li Leîdspleîn a Amsterdamê pêk hat. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên beşdarî çalakiyê bûn, belavok belav kirin.
Petra Kurdistanî ya di çalakiyê de axivî bi bîr xist ku Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin, ji her parçeyî îro agahiyên dilşewat tên û got, "Ne zilma tê kirin, ne jî berxwedana gelên Kurdistanê ya lehengî ya li dijî vê zilmê ji aliyê cîhanê ve tê dîtin. Di cîhana roja îro de hewl tê dayîn, yên xurt weke mafdar bên dîtin û nîşandan. Lê belê yên mafdar gel û berxwedêr in. Di dawiya vê têkoşînê de wê gel bi ser kevin."
Petra Kurdistanî ragihand ku Kurdên li Mahabadê îro li hemberî zilmê rabûne ser piyan û anî ziman ku ev pirsgirêk tevahiya gelên Kurdistanê eleqedar dike, lewma her kesê li çar parçeyan divê rabe ser piyan. Di çalakiyê de ku li eleqeyeke mezin rast hat, berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava, gelên Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatin silavkirin.
Li Stockholmê xwedîderketina li Ferînazê
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo êrîşên rejîma Îranê ya li hemberî çalakiyên gelê Kurd ên ji bo dîtina kujerên Ferînaz Xosrewanî protesto bikin, xwepêşandanek lidar xistin.
Bi qasî 100 Kurdistanî pêr nîvrojê li Parka Hûmlegordenê civiyan û bi wêneyên Ferînaz Xosrewanî, şoreşgerên PJAK'î yên beriya niha hatin bidarvekirin, alên PJAK, PYD, KODAR, KJAR, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistaniyan di meşê de dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Bimire rejîma Îranê", "Ji darvekirinan re Na" û "DAIŞ û Rûhanî heman tişt in' gotin. Kurdistaniyên piştî meşê xwe gihandin Meydana Sergel a li navenda Stockholmê. Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şerzad Kemanger û Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, tevî nûnerên civakî yên sivîl li meydanê axivîn û zext û êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdan protesto kirin. Bang li Kurdistaniyên li Swêd û gelemperiya Ewropayê hat kirin ku desteka ji bo têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN