
Serokatiya Konseya Rêveber ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta komkujiya Qamişlo û Gazî daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê di peyama xwe de bang li her kesekê kir ku, bê şert û merc ji bo yeketiya netewî tevger bikin û berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) got: “Di dîroka gelê Kurd de, meha Adarê xwedî taybetmendiyek cûda ye. Lewma gelê Kurd meha Adarê weke meha şehîdan bi nav dike û di heman demê de, weke meha berxwedan û têkoşîna şoreşgerî bi nav dike. Meha Adarê, meha destnîşan kirina îradeya mezin ya gelê Kurd e. Baş tê zanîn ku, di meha Adarê de, dagirkerên xaka Kurdistanê bi peymanên di nava xwe de û bi piştigiriya hêzên navneteweyî, li dijî gelê Kurd gelek komkujî pêkanîne. Yek ji van komkujiyan, komkujiya li Qamişlo ye, yek jî komkujiya li Gazî ye. Balkêşe ku ev komkujî rastî, 12’ê Adarê, roja derbeya faşîst ya eskerî li Tirkiyê hatin. Dagirkerên xaka Kurdisanê darbekar in û bi feraseta faşîzan, bi feraseta înkar û tunekirinê nêzîkî gelê Kurd bûne, îro jî bi heman ferasetê tevger dikin.
Divê werê zanîn ku feraseta kujer û faşîzan, îro jî li Tirkiyê dibin pêşengiya koalîsyona desthilatdariya AKP’ê û Cemaeta Gulen de; li Îranê dibin pêşengiya rejîma Melayan de; li Îraqê dibin pêşengiya bermayî û mîratzadeyên Baasê de; li Sûriyeyê jî dibin pêşengiya rejîma Baasê û muxalefeta ku şovenîzma ereb pêşdixin de, komkujiyên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Pêwiste gelê Kurd jî, hêzên siyasî û civakî teva, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî tevbigerin û rojekê berî rojekê, mînaka Rojavayê Kurdistanê li ber çavan bigirin û ji bo serketina dîrokî û bidestxistina azadiyê, yekîtiya xwe sazkar bikin.”
‘Komkujî piştî peymanê pek hat’
Serokatiya Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) mîrovên ku di komkujiya Qamişlo û Gazî de jiyana xwe ji dest dabûn bi dilsozî bibîranî û her wiha hêzên dagirker û kujer jî şermezar kir. KNK’ê da zanîn ku, “Pêwiste gelê Kurd van komkujiyan baş bixwîne. Ji ber ku komkujiya Qamişlo piştî peymana Edenê ku di navbera Tirkiyeyê û Rejîma Baasa Sûriye de hate imze kirin, di 12ê Adara 2004’an de bi planekî bêbext de hate pêkanîn. Komkujiya Qamişlo, li dijî îradeya gelê Kurd, li dijî rêxistinîbûna dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de pêşdiket hate pêkanîn. Lê berxwedana gelê Qamişlo û desteka gelên li Rojavayê Kurdistanê, planên qirkirin û şikandina îradeyaa gelê Kurd teva berteraf kirin û bingeha şoreşa îro amade kir. “
Banga yekîtiyê
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya dayî de balkişand ser komkujiya Gazî ya li Stenbolê jî û wiha got: “Qirkirina Gazî jî, bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd û civaka Elewî hate pêkanîn. Lê gelê Kurd û civaka êlewî bi giyanê şoreşgerî dijberiya xwe nîşan dan û êrîş berteref kirin. Em weke KNK komkujiya Qamişlo, komkujiya Gazî û darbeya faşîst ya leşkerî ku di 12ê Adara 1971ê de li dijî muxalafeta Kurd, li dijî eniya demokratîk û çepgirên li Tirkiyeyê, li dijî karker û gundiyên tevahiya Tirkiyê hate pêkanîn bi dijwarî şermezar dikin.
Em bang li tevahiya gelê Kurd, li sazî û dezgehên siyasî û civakî teva dikin ku, di qonaxa îro de firsetek dîrokî derketiye holê û vê firseta dîrokî ji destên xwe bernedin. Mînaka wê jî şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê tê pêşxistin e. Pêwiste her kes, bê şert û merc ji bo yekîtiya neteweyî tevger bike û li hemberî dîrokê binbarî û berpirsiyariya xwe bîne cih.”
ANF/BRUKSEL