
Berî ku ne sînema, çîroka fotografê dest pê bike, beriya bi hezaran salan mirovatiyê di şikeftan de wêne xêz kirine. Çîroka xwe ya wê demê bi wêneyan xêz kirine û xwestine ku tiştekî ji me re vebêjin. Dema em wan wêneyan şîrove dikin, em dibînin ku di nava çîroka wêneyên wan de livek heye. Wan mirovan çi xêz kiriye? Çîroka xwe ya nêçîre xêz kirine û di vê xêz kirine de em dibînin ku lingên ajalan ne çar lê heşt in em jî li gor sînemayê vî tiştî wisa şîrove dikin ku wan mirovan wêneyên xwe mîna xwezaya zîndî xêz kirine. Em dikarin bigihijîn vê encamê ku ji destpêka mirovahîtiyê heyanî îro, mirov xwe wek parçeyekî xwezayê dibîne û dixwaze xwe di nav wê zindîtiyê de bide xuyakirin. Ez dibêjim destpêka liva wêneyê jî wek her destpêke di şikeftan de xwe daye pêş û heyanî îro dewam dike. Ev tişt bêgûman bi meraqa mirov a ser xwezayê ve jî girêdayî ye. Mirov xwedî mejû ye. Laşê wî/wê jî tekiliya bi xwezayê re jî derfetê didiye. Mejû laş kontrol dike û mirovahî hêdî hêdî xwe di nava xwezayê de ji ajalan cuda dike û dikevê nav hewldanên xwe vegotinê. Wêneyên ku li ser dîwarên şikefta hatinê xêz kirin vî tiştî ji me re radigihîne.
Çîroka fotografê
Dîroka mirovahiyê bêgûman ji hev ne qut e! Her çiqas dîrokên fermî yên ku ji aliyê desthilatdaran ve hatine nivîsandin bi kitêbên xwe serê me tevlî hev kiribin jî dema mirov bi hişekî zelal bûyerên dîrokê şîrove dike, mîrov yekbûna dîrokê dibîne. Ew kesên ku fotograf bi pêş xistî û mekîneya wê îcad kirî, bêgûman ji wan wêneyên ku li ser şikeftan hatine xêz kirin, haydar in. Di îcadkirina fotografê de keda bi dehan mûcîdên mirovatiyê heye.
Erê mekîneya fotografê îcadeke pir girîng bû. Mirov êdî xwe tenê ne di aveke sekan an jî di neynikan de, êdî xwe li ser qaxezeke şefaf jî didît. Di destpêka fotografê de mirov nîne. Fotografên ku di serî de hatine girtin hemû fotografên xwezayê ne. Sedema wê jî ew e ku dema poz kirina fotografê dirêj e û hê ji mirov re ne guncaw e. Bêgûman meraqa di nava mirov de pêl bi pêl ev arîşe jî ji holê rakir. Piştî demekê, êdî mirov jî ket nava fotografê.
Erê bi ketina mirov a nava fotografê re, her tişt nesekinî! Meraqê dewam dikir. Êdî mirov xwe li ser fotografê dibîne lê arîşe ew e ku mirov sekan e. Hewldanan dewam kir. Pêşî mûcîdan fotograf li pey hev rêz kirin û bi pêlîstokên wek meqereya zivîrandinê liv dan fotografan. Di zivîrandina fotografan de kes an jî objeyên li ser fotografê ketin nava tevgere. Lê belê mûcîdan êdî tiştek îcad kir ku navê wê sînematografî ye. Bi vê amûrê mirov xwe wek kesekî zindî li ser perdeyê dibîne. Li cihê xwe yê di nava xwezayê de bi dilşadî temaşê dike. Ev amûr hem mirov wek zindî yekî digire nava xwe him jî wî mirovî li ser perdeyeke sekan bi tevger dide xuyakirin. Ev îcad di şikeftan de tovê xwe avêt li Emerîka hat avdan û li Franse şîn bû.
Gelo ji bo mirov asta ku ev amûr hatiye, bes bû? Bêgûman bersiva wê na ye! Hê gelek tişt jê kêm bûn. Deng nebû. Sînemataografî giran bû. Dîmen wek deqe kêm digirtin. Û ya herî girîng jî ev amûr hê nû îcad bû! Hê nebûbû forma hûnerê!
Sînematografî di sala 1895´an de xwe bi vî awayî derxiste pêş. Kesên ew îcad kirî, wisa difikirîn ku sînematografî jî wek îcadên din piştî demekê wê were jibîrkirin. Lê belê her diçû kesên meraqdar tiştek li ser vê amûrê bar dikirin û ew bi pêş dixistin. Kameravanan rahişt kamereya xwe û dîmene welatên dûr dikişandin û ew dîmen li Franse didan temaşekirin. Sînemayê demekê bi van pêşandanan dewam kir. Dûvre mirovek bi navê George Milies derket û li gorî zanebûna xwe ya sehrbaziyê, çîrok çekirin û ew çîrok kirin dîmen. Van filman bala gel kişand. Milies belkî bi hezaran kurtefîlm çêkirin. Tişta ku Milies dike nava vê mijarê de ew e ku di fîlmekî xwe de bi destan reng daye cil û bergên lîstikvanên xwe. Jixwe, sînema heya demekê reş û spî bê deng dewam kir. Deng di 1930´î de çareser bû lê ji bo reng dem diviya. Ketina deng a nava sînemayê, bi xwe re gelek guhertin anîn. Em dikarin bibêjin ku krîzek li derdora sînemayê çêkir.
Di sînemayê de reng
Heya niha me hewl da ku em serpêhatiya pêvajoya pêkhatin û veguherîna wêneyê, fotograf û sînemayê ji we re ragihînin. Ji ber ku bingeha sînemayê liv û tevger e. Tişta ku sînemayê ji fotografê cuda dike, liv e. Di fotografê de çîrok heye lê tevger û deng nîne. Lê di sînemayê de hem çîrok heye hem tevger hem jî deng heye! Çiqasî dişibihe jiyana bi rastî, ne wisa?
Di dîroka sînemayê de bi ceribandinên nû, çêkirina fîlman peşveçûna bi lez çêbû. Êdî sînema xwe di nav formên hunerî de wek hunerê heftemîn derxist pêş. Lê hê jî tiştek ji sînemayê kêm bû. Ew jî reng bû.
Baş e lê reng çi ye?
Di rastiyê de reng, ewilê taybetmendiya rohniyê ye. Dema em dibêjin “gogeke sor” em qala gogekê dikin ku bi boyaxa sor hatiye boyaxkirin, a ku di nav roniya spî de, tîrêjên nêzî sor bi paş ve vedigerîne û yên din jî dimije û nahêle ku xuya bikin. Lê belê dema hûn li ber tava heyvê li wê gogê binerin, ew ê reş xuya bike. Heke roj lê de li ber rohniyên cuda, we li wê gogê bineriya, wê yê bidîta ku rengê wê her tim diguhere. Yanî reng her çi qasî wekî rengê bûjenê were hesibandin jî, ewilê taybetmendiya rohniyê ye. Hûn dikarin vê zanyariyê bi kar bînin. Di bingeha xwe de reng di beşan de tên vekolan. Rengên germ û rengên sar hene. Rengên germ, rengên sor û ber bi sor ve ne. Dibe ku zindîtî, germahî, raborî, bextewarî, kevneşopî û lehengtiyê bîne bîra mirovî. Rengên sar jî ew reng in ku ber bi şîn ve diçin.Ev reng jî dibe ku hizn, tenetî, serma û mirinê bînin bîra mirovî. Helbet ev tiştên ewil in ku dê werin bîra mirov. Afirîneriya bibîrxistinên cuda di destê derhêner de ye. Em ne mecbûr in ku di mijara rengan de, realîst bin. Rengên guncan yên li gorî mijara ku em vedibêjin, em dikarin heya bi sînorekî diyarkirî bi kar bînin. Dijberiya rengan jî navgîneke girîng e. Dema ku têkiliya planên paş û pêş tê kirin, bikaranîna rengên dijber, wê hêza di nava çarçoveyê de zêdetir bike. Wekî mînak, li ber planeke paş a şîn, kulîlkeke sor, helbet ji kulîlkeke reng pirteqalî karîgertir e. Çawa ku karîgeriya rohniyê li rengan dibe, karîgeriya rengên din jî li wan dibe. Ya rasttir, têgihiştina me ya ji bo wan diguhere. Sedema vê yekê, rengên li dora wan in. Mejî, rengekî li gorî rengên li dora wî dibîne. Ji vê tesîrê re dijberiya reng a kêlîkî tê gotin.
W. Jonshon di fîlmekî de fonksiyona reng li ser sê esasan şîrove dike.
-Reng detayan derdixe hole. Derxistina kontrastê di rengan de li gorî reş û spî hêsantir e.
-Reng bi xwe rengîniyê diîne. Temaşevan bi tenê di fîlmeke rengîn de rengan ji hev derdixe. Ev rengînî bi giştî wek qadeke dekoratîf tête qebûlkirin. Lê belê dibe ku wek hêmaneke dramatîk jî were bikaranîn. Hinek derhêner hene ku naxwazin rengên ku bi kar diînin, wek dekoratîf werin dîtin. Wek fîlma Antonionî ya ‘Red Desert’, tonên rengan giş hatine kêmkirin.
-Reng bandoreke bi hêz diafirîne. Temaşevan carinan ji rengên rastî zêdetir balê didin ser rengên li ser perdeyê. Ev reng zêdetir bandorê li wan dike. Derhêner bi bikaranîna rengan dihêle ku temaşevan rengan bi rengan bihise û tekiliyê di navbera rengan de deyne. Mînak; rengekî wek kesk ku temaşevan di jiyana rastî de wateya wê nizanibe, derhêner dikare di wateyeke din de bi kar bîne… wek nostaljîk, rehetî û acizî.
Ev taybetiyên reng dihele ku temaşevan li hember perdeyê der heqê rengan de xwedî tecrûbe be. Wekî din jî îmkanê dide derhêner ku bi reng derdê xwe vebêje. Bi ketina reng a nava sînemayê re hinek derhêner ketine bin bandorê û reng pirr bi kar anîne. Hinekan jî xwe ji reng dûr xistiye û çêkirina fîlmên reş û spî dewam kirine. Ev rewş heya îro jî dewam dike. Wek mînak, derhênerê Polonî, Krzystof Kieslowski fîlmek bi taybet li ser ala Franse çêkiriye. Sê Reng Spî, Sê Reng Sor û Sê Reng Şîn. Di fêm kirina di sînemayê de reng de, ev fîlm wê gelek tiştan bi ser me ve bike.
Reng di jiyana me de cihekî xwe yê girîng heye. Xweza di nav rengan de hatiye xemilandin. Her reng wateyeke xwe ya taybet li ser derûniya mirov an jî civakê heye. Gel bi van rengan xwe didin nîşandan. Her gelek ji destpêka dîrokê heya îro xwe bi alan di nav welatên din de dide pênasekirin. Her rengekî li ser alan wateyekê we ya bi wê civakê ve giredayî heye. Têkiliya rengan û mirovan ji serpêhatî û dîroka wan tê, ji ber wê jî ev reng di her qada jiyanê de xwe derdixin holê. Her çiqasî wateya rengan li gorî kesan û civakan cuda jî be, dîsa jî wateya hin rengan keysa xwe deynane.
Hin rengan keysa xwe li hin maneyan aniye
* Sor: Germahî, xeterî, acizbûn, sekinandin, kelecanî, evîn, arwez, xiyanet, hêz, saxlemî
* Kesk: Bihar, tazetî, hêvî, xortanî, ebedî, nexweşî, rizandin, nepenî, hesûdî
* Zer: Tava rojê, şadî, germ, zuwa, çol, hebûn, nexweşî, hêz, xaîntî, xiyanet, beriqandin, bêhempatî, rewnaq
* Narencî: Roj, ciwanî, germ, saxlemî, kêf
* Şîn: Hînkayî, bê dawîtî, rasteqînî, rastî, şev, hestên kûr, hewaya vekirî, heysiyet, buhişt, ji dilî, girîngî, xwedayî, wate.
* Mor-Binevşî: Melankolî, ciddîbûn, hilatina rojê, roj ava, zerafet, rakêşî, saltanat, drama,
* Qehweyî: Rehetî, xwezatî, hevaltî
* Grî: Pengivîbûn, dêrînî, poşmanî
* Spî: Berf, sar, aştî, paqijî, kubarî, zerafetî, safîtî, bê hêzîtî, şîn (matem), keçikanî, teslîmîyet, dilsozî, bawerî, başî
* Reş: Mirin, tarîtî, tirs, şîn, xirabî, sûc, qirêjî, endîşe, ciddî bûn, hêz, jînde (zinde), enerjî
Di serî de, sînemayê wek, xwe bi liv dîtina li ser perdeyê, dest pê kir. Lê di nava demê de êdî ne çîrok, ne bûyer, ne deng û ne jî fantezî sînemager tatmîn kirin. Tiştek nû diviyabû! Ew tişt jî bêgûman reng bû. Piştî demekê reng bû amûrek girîng a vegotinê. Sînemagerên Çînî dîmenên xwe bi rengên çanda xwe xemilandin. Derhêneran li gorî derûniya xwe wate da rengan û reng kirin şêweyê vegotina fîlmên xwe.
Mînak em dikarin rengê kesk di fîlma Hitchcock ya Vergito de bibînin. Pevçûna dramatîk ya di navbera herdu karakterên wî de li ser rengên zidê hev yên kesk û sor, derbas dibe. Fîlma Amelie ji serî li ser van herdu rengan hatiye damezrandin.
Reng di hin fîlman de dibin mîna karakterên fîlman. Di hinek fîlman de jî dibin fîlm bi xwe! Fîlmên Kieslowski yên Şîn, Spî û Sor wateya xwe ji rengên ala Fransî girtine. Ev reng Azadî, Wekhevî û Biratiyê temsîl dikin!
Gelek derhêner li ser rengan xebitîne û fîlmên xwe li ser rengan ava kirine. Detayên derûnî yên binhişê xwe bi van rengan ragihandine. Reng kirine amûra vegotina derdê xwe! Ev pêkanîn jî bêgûman mucizeya sînemayê ye. Her çiqas reng lîstikeke rohnahî û mejî jî be, rengan jiyana me dorpêç kiriye. Me li gorî çand û xwezaya xwe wate daye wan rengan û me ew kirine literatûra jiyana xwe!

Vertigo/Alfred Hitchcock

Nostalji/Andrey Tarkovski
Çavkanî:
* http://www.reitix.com/makaleler/sinemada/hareket verenklerID=5296
* Millerson 1991: 58; Uzer 1994: 20-24; Zettl 1973: 101; Limbacher'den aktaran Künüçen 2001: 191). 158 Sinemada Bir Anlam Yaratma Süreci Olarak Renk ve Krzystof... z D. Ö. Çöloğlu
* http://www.reitix.com/Makaleler/Sinemada-Hareket-ve-Renkler/ID=ww.reitix.com/Makaleler/Sinemada-Hareket-ve-Renkler/ID=5296