Di dema şerê Îran û Iraqê de gelek Kurd koçber dibin. Xalo Hisên jî ji Ciwanro diçe herêma Mêgore ya Hewraman. Di dilê çiyayên Hewraman de cihekî ji bo jiyanê ji xwe re vediqetîne. Hêdî hêdî dest bi qulkirina çiyê dike û bi pêş de diçe. Lê xelk wê demê henekên xwe pê dikin. Heta ku Xalo Hisên di dawiyê de bi îrade û baweriya xwe û 19 salan keda mezin, avahiyeke mezin di dilê çiyayan de çêdike. Avahiya ku Xalo Hisên çêkiriye ji çar malên cêwaz pêk tê ku 11 odeyên wan hene.
Mal û milkê xwe terxanî xizmeta dibistanan dike
Xalo Hisên Koken wek Ferhadê duyemîn jî li herêma Hewraman tê naskirin. Xalo Hisên li gundekî bajarê Ciwanro yê Rojhilat ji dayik dibe. Di ciwaniya xwe de dema ku diçe nêçîrê bi şaştî gule li lingê wî dikeve û lingekî xwe ji dest dide. Derhênerê Kurd Hoşeng Mîrzayî li ser jiyana wî belgefîlma bi navê ‘Mêgore’ li cihê jiyana Xalo Hisên çêdike. Xalo Hisên sala 2014’an hemû mal û milkên xwe terxanî xizmeta du dibistanan dike. Di avahiya di nava dilê çiyan de odeyekê çêdike ji bo ku jê re bibe goristan. Roja sêşemê di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û odeyek ji odeyên çêkirî jê re bû gor.
Her sal xelk ji bo ditîna avahiyê serdana wî dikir
Her sal li seranserî cîhanê geştiyar ji bo dîtina avahiya ku Xalo Hisên bi keda xwe kolaye, serdana wir dikin.
Xalo Hisên li çiyayê Bestûn ku di destana Ferhad û Şîrîn de Ferhad kolabû li heman cihê ango li Herêma Hewreman ji dil û bi eşq çiya kolabû.
NAVENDA NÛÇEYAN