Tûnç di serdana xwe de axaftinek kir û wiha got: “Beriya niha ez çûbûm Kobanê, min silavên Kobanê û gelê Kobanê ji were aniye. Niha li gelek eniyên Kurdistanê berxwedan berdewam dike, li Kobanê serkeftinek mezin hate bi destxistin. Ez bi dîtina we gelek keyfxweş bû. Ji bo min tu cudahiya Kobanê û Kerkuk nîne, berxwedana hun dimeşînin, gelek bi rûmete. Tekoşîna hûn didin meşandin ya mirovahiyê ye.”  Tûnç balkêşa ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî û wiha got: “Ev gefek li ser mirovahiyê ye, rolê gerîla di rakirina vê gefê de gelek mezine, bi rumete û herkes vê yekê dibine. Cîhan vê rastiyê dibine, ez dikarim bêjim mirovahî deyndarê weye. Hûn niha li gel pêşmergeyan mil bi mil şeref, rûmet û xaka gelê Kurd diparêzin.  


 ŞARISTAN NURHAK/KERKÛK