
EHMED REŞÎD / ANHA / EFRÎN
Mamoste Şadiye, sîstema refa xwe ya kevin di dibistanê de bi nimûneyeke komunal guhert da ku nifşekî ji hevkariyê hez bike ava bike. Her wiha rêbazên herî baş ji bo fêrkirinê li gorî temenê şagirtan jî ceribandin û dan rûnandin.
Mamoste Şadiye Xilosî, mamosteya zimanê Kurdî ye li dibisana Şehîd Hec Mûs a seretayî ya Reco ya kantona Efrînê. Mamoste Şadiye piştî ku meteryala perwerdehiyê wergirt, bi rêya gotarên girêdayî mijarên rêbazên perwerdekirinê, zanista xwe zêde kir û rêbazên herî pêşketî û li gorî şagirtên herêmê di refa xwe de tecrûbe kirin.
Vîna xwendekaran xurt dike
Mamoste Şadiye rêbazên herî hêsan di fêrkirina şagirtan de karîger in, ceribandin û hişt ku şagirt bêhtir bi dibistana xwe ve bêne girêdan, her wiha di nava şagirtan de tovê rihê hevkariyê çand. Mamoste Şadiye şêwazê rûniştina şagirtan di ref de guhert, ango komên ji 6 şagirtan ava kirin da ku bi awayekî komî tevbigerin. Her wiha ji her komekê xwest ku navekî ji navên gundan an fêkiyan li koma xwe bikin. Her wiha van komên şagirtan ji xwe re berpirsyarek hilbijart da ku çavdêriya çalakiyên perwerdehiyê û paqijiyê bike, û mamosteya wan jî çalakiyên fêrkirinê û bipêşxistina hişmendiya wan di dawiya heftê de pêk tîne. Her wiha pêşbirkên zanistî di navbera van komên şagirtan de li dar dixe.
Armanc rêbazê fêrkirin e
Mamoste Şadiye Xilosî derbarê rêbaza fêrkirinê û armanca pêkanîna vê rêbazê de ji got: “Ji bo rihê hevaltiyê û xebatên zanistî yên komî di nava şagirtan de belav bibin, min ev rêbaz wergirt. Bi rêya vê rêbazê şagirtên lawaz dikarin xwe xurt bikin û hezkirina di navbera şagirtan de zêde bibe.”
Mamoste Şadiye diyar kir ku wê asta hemû şagirtên xwe diyar kiriye û li gorî wê sîstema komînan ji wan re di refa wan de çêkiriye û wiha domand: “Ji bo nimûne pêk were divê di her refekî de bêhtirî 30 şagirt tine bin, eger ev hejmar zêdetir bû, baldarî jî kêmtir dibe.”
Desteya perwerdeyê mînak dibîne
Mamoste Şadiye destnîşan kir ku komîteya çavdêriyê ya girêdayî Desteya Perwerdehiya Demokratîk, serdana refên wê kiriye û li hemberî rêbaza ku ew dimeşîne matmayî maye. Endamên komîteyê ji wê re kêfxweşiya xwe nîşan dane û soz dane ku ev nimûne bi aliyên peywendîdar re were gotûbêjkirin da ku li hemû dibistanên kantonê pêk were.
Mamoste Şadiye di dawiya axaftina xwe de bang li hemû mamosteyan kir ku bi berpirsyarî nêzî şagirtan bibin û rêbazên herî hêsan û baş di fêrkirinê de tercîh bikin û biceribînin.