Xebera ne bi xêr ne tenê ev bû, ji ber ku demeke dirêj bû tehdîda komkujiyê li ser Şengal û xelkê Êzidî hebûn, sala 2007an di komkujiyek de canê 800 Kurdên Êzidî standin. Xebera ne bi xêr rev û teslîmiyeta pêşmergeyan bû, ku bi Fermana PDKê pêk hat. Terk kirina Şengalê û rû bi rû hêştina gel bi komkujîyî û koçberîyan re hem pilaneke tarî ye û hem teslîmiyetê ye. Hemû hêzên siyasî li Başûrê Kurdistanê ji vê rewşê berpirsyarin bi taybet PDK, ji ber ku serokê herêma Kurdistanê li gorî Fermiyetê, Serokê hêzên Çekdar a Başûrê Kurdistanê dema fermana vekişîn û valakirina Şengalê dide Pêşmerge, ev tê çi watayê? Wê pelên di dîrokê de were nivîsandin bersivê bide. PDK got emê Kurdistan nekin meydane şer û pevçûnan, qaşo aştî dixwazin. Li gorê vê gotinê be Şengal, Sedîye, Celewla, Xûrmatû , Kerkukê û Rojava ne Kurdistane? Gotin "DAÎŞê wê nebe xetere ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê" ev tê wataye DAÎŞê nabe xetere ser PDK, wê demê tê çi watayê? Pilana dagirkirina Musulê bersiva her tişt dide.
Pêşmerge bi Fermana PDK Şengal û Zummar vala kirin, 200 hezar Kurdên Êzîdî berê xwe dan Çiyayan, bê nan, bê av û bê derman û di bin germaya havînê da ne, bi dehan jin, zarok û kal û ciwan di Şengalê da hatin qetilkirin, lê Parlemena Başûrê Kurdistanê di tatîlê de ye. Ew qasî rewşeke awarte di asta alarmê da heye lê berdevkê wezareta pêşmerge îda dike ku "pêşmerge wê operasyon bikin û ji ber serweriya axa Îraqê û Başûrê Kurdistanê hewce bi hêzên din nîne" ev an xeflete an cehalet, çi serwerî, çi qanûn? Van berpirsyaran û rayedarên herêmê an haya wan ji dûnyayê nîne an di xeflet ne û ne di asta cidîyeta kirîzê da ne. Çeteyên DAÎŞê dixwazin bi hemleyeke tirs, xofê û koçberkirinê dixwazin berî kû êriş biken bigehejin armancên xwe, ev armanc ne a wane, lê yên kû wan bikartînin: ji holê rakirina hemû pîroziyên û nirxên mirovahî û dîrokî a Rojhilata navîn û tine kirine bi hevre bûna gelan. Ev armanc ji bo yên bi dewletokeyeke biçûk hemû Kurdistanê biken qûrbanê berjxwendiyeke rojaneyî, xizmeteke li ser tebeqa zêrîn. Yên Çeteyên DAÎŞê li Rojava nikarîbûn biken û li ser destê YPG /YPJê derbeyên giran xwarin îro dixwazin li Şengalê pêk bînin.
Îro Hawara Kurdên Êzîdî ji Çîyayê Şengalê divê ji alî hemû Kurd û cîhanê ve werê bihîstin. Qirkirina wan qikirina Dîrok û pîrozyên mezopotamyaye û parastina wan erka pîroz a netewî û mirovahî ye.
Îro bi fîlî YPG hêza Paratina Gelê Kurd a Êzidî ye, lê ev çeper divê bi tenê neyê hêştin çewa li Dora Kobanê gel bû xelekek ji berxwedanî, di vê li dora Şengalê jî hemû gelî Kurd vê xelekê xûrt bike bi taybet ji alî Gelê Kurd a Başûrê Kurdistanê.
Fermana rûreşiyek mezin
Di 3´yê meha Tebaxê de xeberê ne bi xêr hat, çeteyên DAÎŞ´ê ketin Şengalê.....