Akademiya şehîd Ezîz Ereb a eskerî ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî doh 8’emîn dewreya perwerdekirina fermandaran bi navê dewreya şehîd Qurşîn bi merasîmekê dest pê kir. Bi dehan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji seranserî herêma Firatê beşdarî dewreyê bûn.
Dewre wê du mehan dewam bike û dersên siyasî, fikrî û eskerî wê bên dayîn.
Di merasîma destpêkirina dewreyê de fermandarên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê beşdar bûn.
Şehîd Cuma Şakir Hemê (Qurşîn) di pêngava şerê tinekirina terorê de di 25’ê meha bihurî de şehîd bû û li Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin.
GIRÊ SPÎ