Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li dijî hemû çekên giran ên çeteyan bi îradeya xwe ya ji pola li ber xwe didin, bi fedaiyane şer dikin.  Di berxwedana Kobanê ku ev 22 roj in li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî dîrokî dom dike de, şervana YPJ’ê Dilar Gencxemîs (Arîn Mîrkan)li girê Meştenûrê çalakiya fedayî li dar xist. Hat ragihandin ku Şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan pêr li girê Miştenûrê saet derdora 16.30’an de li dijî çeteyan çalakiya fedayî li dar xist. Di encama çalakiyê de gelek çete hatin kuştin.


 YPG: Pêwîst bike emê tev bibin Arîn

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên dijwar ên ku pêr li Kobanê qewimîn de daxuyaniyek weşand. YPG’ê bal kişand ser çalakiya fedayi ya ku ji aliyê şervana YPG’ê Arîn Mîrkan ve hatiye lidarxistin û got: “Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwîst bike wê bibin Arîn. Di pevçûnan de 15 rêhevalên me ji bo ku ketina çeteyan a Kobanê asteng bikin bi fedakarî, cesaretek mezin nîşan dane, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê."
Van 15 rêhevalên me li dijî çeteyên ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin, berxwedanek dîrokî nîşan dane. Di nava van rêhevalên me de rêhevala me Arîn jî li dijî êrîşên çeteyan çalakiya fedayî lidar xistiye. Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine. Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe." 

KOBANÊ




KJK: Çalakiya Arîn qonaxeke nû ye


Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew berxwedana Kobanê ya destanî ku bi vîn, biryardarî û dildariyeke mezin a têkoşînê dewam dike silav dikin û got, "Di serî de hevala Arîn, li pêşberî bîranîna tevahiya rêhevalên şehîd ketine em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
KJK'ê da xuyakirin ku şervanên YPG/YPJ bîst û yek roj in berxwedaneke bi heybet nîşan didin û Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan a li Miştenûrê çalakiya canfedayî lidar xist, bibîr anî. KJK'ê ji bo xwedîderketina li bîranîna Arîn Mîrkan banga mezinkirina berxwedanê li jinan kir û ev nirxandin kir. "Berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana gelekî rêxistinbûyî ye. Berxwedana Kobanê ku cîhan bi tenê lê temaşe dike, bi çalakiya canfedayî ya rêheval Arîn Mîrkan re, derketiye qonaxeke nû. Rêhevala Arîn a ku şikandina dorpêçiya Kobanê esas girt, bi vê çalakiyê re li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di kesayetiya jinê de careke din vîn û hêza bi heybet û bêhempa ya berxwedanê nîşan daye. Berxwedana ji Bêrîtanan heta Zîlanan, ji Zîlanan heta Arînan bi hemû heybetiya xwe dewam dike, sekna jinê ya fedaî ye.
 Ev sekin, sekna jinê ya demê, sekna gel e. Gelê me yê li Bakur divê li ser bingeha vê sekna rêhevala Arîn, her qada Bakur veguherîne cihê têkşîna berxwedanê û serhildanê, xwedî li Kobanê derkevin. Divê ji bêwijdaniya demê re bibe wijdan, li hemberî bêdengiya mirovahiyê jî bide deng. Ji vê kêliyê û pê ve pêwîste her kes cihê lê ye veguherîne qada berxwedanê û berxwedana Kobanê mezin bike. Xwedîderketin û parastina Kobanê bi mezinkirina berxwedanê dibe. Divê berxwedan li ser sînor tacîdar bibe û li gelemperiay Kurdistanê belav bibe. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li ser bingeha xeta rêhevala Arîn xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin."

ANF/BEHDÎNAN