HPG’ê Menîce Ogreç bi nasnav Pîroz Mawa ya ku di sala 2017’an de li Zê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got; “Em soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hemûyan hilînin û Kurdistanê azad bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 27’ê Cotmeha 2017’an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Pîroz Mawa (Menîce Ogreç) ku di Fermandariay YJA Starê ya Eyaleta Zê de bû şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevala me Pîroz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê hevala Pîroz de em hevrêyên xwe yên şehîd hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi nirxên wan ve girêdayî bin.

Ji bo hevalên xwe mînak bû

Hevrê û heval Pîroz Mawa sala 1992’an beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bû.

Ji roja tevlî bû heta roja şehîd bû li gelek qadên têkoşînê bi daxwaz, moral, fedakarî û durustî bû mînak. Fikir û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêberê me bandoreke mezin li hevrê Pîroz kir. Hevrê Pîroz bi têkoşîna di xeta azadiya jinê de xwe xurt kir û bû şoreşgereke jin. Nirxên Sara, Zîlan, Bêrîtanan di kesayetiya xwe de, di pîvanên xwe yên jiyanê de xurt kir û kete nava hewldaneke welê ku hêjayî wan be. Li her qada ku lê bû bi sekna xwe hewl da hevrêyên xwe perwerde bike û xeta partiyê hînî wan bike.”

 

ANF/BEHDÎNAN