
Fermandarê Hêzên Koalîsyona navdewletî ya şerê DAIŞʹê dike yê li Sûriyê tevî Fermandariya giştî ya QSD`ê çû serdana Qereçoxê û li nûqteyên ku hatin bombebarankirin geriyan û lêkolîneke li cihê cih kirin.
Fermandarê koalîsyonê, yê Emerîkî weke Mîralay Mark hat danasîn. Hat zanîn ku mîralayê koalîsyonê, li ser bûyerê wê nexasim jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê der barê bûyerê de agahdar bike.
Berdevkê YPG`ê Rêdûr Xelîl, ê li heman deverê jî da zanîn ku ew ê "hejmara şehîdên YPG`ê di encama bombebaranê de di demên pêş de" eşkere bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: ʺJi bo ev yek careke din dubare nebe û tedîbîrên wê bên girtin, niha berpirsên koalîsyona naveneteweyî yê şerê li dijî DAIŞ`ê Colonel Mark û fermandarê YPG`ê serdana navendên YPG`ê yên hedef hatin girtin, kirin."