
Li paytexta Elmanya Berlînê fermandarê pêşmerge Yusif Mihemmed di 40 rojiya wefata xwe de hat bibîranîn. Di bîranîna ku li Navenda Kurdî ya li Kreuzbergê hat lidarxistin de ji çar aliyên Kurdistanê gelek kes serxweşiya malbat û xismên şehîd Yusif û wisa jî li rêveberên YNK ê yên Berlînê kirin.
Şehîd Mihemmed Yusif 08.05.1959 – 29.11.2016 di sala 1985 an de li başûrê Kurdistanê li herêma Sergelobergelo di êrîşa bi çekên kîmyevî yên rejîma Seddam Huseyîn de birîndar bûbû. Fermandarê pêşmerge Yusif Mihemmed li gel ku dihat dermankirin jî dev ji karê xwe berneda û li dijî DAÎŞÊ jî li gel yekîneyên pêşmerge di nav şer de bû. Yusif Mihemmed li bajarê Silêmaniyê, li goristana şehîdan a li Girdî Seywan spartin axê.
BERLÎN