Cenazeyê fermandarê YPG’ê Cuneyt Alparslanê (Gelî) di encama pevçûnek bi çeteyên ÎŞÎD’ê re di 27’ê Adarê de li bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava jiyana xwe ji dest dayî, bi karwanek ji sedan wesayît pêkdihat, hat anîna navçeya Wanê Qelqeliyê.

Cenazeyê Arparslan ji vir bi girseyek hezaran kesan birin gundê lê ji dayîk bûyî Pîmîrenê. Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Ûçar, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Remezan Yildiz, Serokê Bajarê Wanê yê BDP’ê Mûsa Îtah, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê Bekîr Kaya, hevserokên Şaredariya Navçeyê, xizmên Arparslan û nûnerên STO’yê tevlî torena cenaze bûn.
Piştî deqeyekî rêzgirtinê, parlementerê Wanê yê BDP’ê Ozdal Ûçar axivî û diyarkir, erkê wan layîqbûna ji bo şehîdane û bilindkirina mîrateya têkoşîna wan hiştine ye.
Ûçar bi diyarkirina, divê îro Kurdên li her çar parçan yekbin, lê belê li Başûrê Kurdistanê serdegirtinên li hemberî saziyên Kurdan yên weke PÇDK û DÎHA’yê pêktên şermeke, wiha berdewam kir: “Em li vir bang li PDK’ê dikin. Serdegirtinên we kirîn, binçavkirin û xendekên we kolayîn wê zererê bidin vî gelî. Demek ji ya din zûtir dev ji vê berdin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha  1.5’ê projeyek ya aştiyê avêtibû holê. Aha ji ber vê sedemê divê em li hemberî hemû êrîş û operesyonan hişyar bin. Ev berxwedan tenê bi gêrîla nabe, divê herkes tişta ji dest were bike.”
Bavê Cuneyt Arparslan Halîs Alparslan piştî Ûçar axivî û got, Cuneyt ne tenê şehîdê wan lê belê yê tevayî Kurdistanêye. 

WAN