Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi durişmeya “Hevalê Herekol semobola şoreşê ye” daxuyaniyek weşand û tê de ragîhand ku fermandarê wan Herekol (Hisên Çawîş) gihiştiye şehadetê.

Hevalê Herekol (Hisên Çawîş) dema ku li peywireke şoreşgerî ya di bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmeha bû,  gihişt şehadetê û bû sembola rasteqîne ya têkoşîna bê navbera dawiya vê sedesalê. Ji kesên destpêkê bû ku îmzeya xwe li rûpelên dîroka şoreşa Kurdistanê bi dirêjahiya wê ya erdnîgarî daye.

Hevalê Herekol endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bû, wê di dilê gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên civaka Rojava de sax bimîne. Ew di meşa xwe ya şoreşgerî de bubû sembola dayînê ya şoreşgerîtiyê û bi vê yekê serkeftinên mezin pêk anî ku hemû kesên şoreşger û xwedî şeref pê serê xwe bilind kirin.

Fermandarê dilnizm ku fedakariya wî wekî agirê şoreşê yê bê navber bi qasî dirêjahî û panahiya vî welatî pêxistiye, bê sînor bû.

Çawa na eger dawiya vê sedsalê dibe şahidê têkoşîna wî. Ew tevî hin fermandarên din ku wekî Îsmayîl, Medenî û Mihyeddîn ku di vê riyê de şehîd bûne, ji pêşengên kesên ku tevlî Tevgera Rizgariya Niştîmanî ya Kurdistanê bûne. Rastî û perensîpên şoreşgeriyê li akademî û dibistanên vê tevgerê nas kiriye û li her qadeke têkoşînê îmzeya xwe lê xistiye.”


Emê armancên wan pêk bînin

Di dawiya daxuyaniya YPG’ê de bi van gotinan soza gihandina serkeftinê a têkoşîna şehîdên şoreşê hate dayin: “ Wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em ê bi nirxên ku heval şehîd û fermandarê me Herekol parastina wan kiriye, girêdayî bin û soz didin ku ji bo armancên ku wî ji bo wan têkoşîn dikir, pêk bînin. Wê şehîdê me yê mezin Herekol ji bo hemû heval û şervanên ji hemû pêkhateyan û li hemû qadan ajoyekî rûhanî yê mezin bimîne û rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê ku wî di kesayeta xwe bi terzekî şoreşgerî yê pêşketî afirand dewam bike.” 


Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Tevgerî: Herekol

Navê Rast: Hisên Çawîş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik/ Gundê Beroj

Cih Û Dîroka Şehadetê: 19.07.2016 Dêrik” 


 HESEKÊ