Fermandarekî Îranê yê endamê Besîcê û berpirsê eyaleta Xuzistanê ya Mûhafizên Şoreşê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.
Ajansa nûçeyan a Farsê ragihand ku di êrişekê de fermandarê bi navê Abdolhoseyîn Mojadamî hatiye kuştin.Mojadamî li pêşiya mala xwe ya li Darkhoveynê ku bi 70 kîlometreyî dûrî paytexta eyaletê Ahvazê ye, ji aliyê êrişkarên li ser motorsîkletê hate kuştin.
Ajansa Farsê ragihand ku di êrişê de kalaşnîkov û çeka nêçirvaniyê hatine bikaranîn.
Ajansa Îrnayê jî diyar kir ku Mojadamî beriya niha li Sûriye û Iraqê yek ji wan ‘şervanên dilxwaz’ bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir.
NAVENDA NÛÇEYAN