Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzîdxan bi daxuyaniyeke nivîskî ya weşand de diyar kir ku hin derdor di demeke wiha ku divê hemû rojeva me têkoşînek neteweyî be de dibêjin, ‘Divê PKK ji Şengalê derkeve’ û got: “Em van nêzîkbûnan şermezar dikin. PKK wek hêzek Kurdistanî di rojên me yê herî teng de hat bi hawara me ve. Çawa ku bê tifaqiya me bû sedem ku Şengal têkeve destê dagirkeran, divê em bi avakirina tifaqa navxweyî  Şengala xwe rizgar bikin. Rizgariya Şengalê jî bibe bingeha yekîtiyek neteweyî.” 


Ji bo rizgarkirina Şengalê beşdar bûn

Fermandariyê bi bîr xist ku, miletê Êzîdî bi 74 fermanan re rû bi rû man û ji ber ku wan li hemberê fermanan parastina xwe ava nekirin, her tim neyarên wan, ew hêz di xwe de dîtin ku bikaribin tinebikin. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo ku em hêza xwe bikin yek, bibin vîn û wek bawerî werin naskirin divê em tifaqa navxweyî ava bikin. Li ser vî esasî me wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê, HPŞ û YPJ-Şengal Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzîdxan ava kir. Piştî avakirina fermandariya hevbeş gelek cemaet, kes û dildarên Êzîdxan beşdarî vê avabûnê bûn û hatin ji bo rizgarkirina Şengalê di çeperên herî pêşde têkoşîn bikin.” 


‘PKK hat hawara me’

Fermandariyê destnîşan kir ku hin derdor di demeke wiha ku divê hemû rojeva wan têkoşînek neteweyî be de dibêjin, ‘Divê PKK ji Şengalê derkeve’ û wiha dewam kir: “Em van nêzîkbûnan şermezar dikin. PKK wek hêzek Kurdistanî di rojên me yê herî teng de hat bi hawara me ve. Çawa ku bê tifaqiya me bû sedem ku Şengal têkeve destê dagirkeran, divê em bi avakirina tifaqa navxweyî  Şengala xwe rizgar bikin. Rizgariya Şengalê jî bibe bingeha yekîtiyek neteweyî.” 


Banga PKK, PDK û YNK kir

Fermandariya Hevbeş a Êzîdxanê diyar kir ku deriyê wan ji her kesî re vekiriye û wiha got: Bi reng, al û baweriya xwe her kes dikare beşdar bibe. Em pêşwaziya hemû karên dikeve xizmeta Êzîdxanê û Êzîdiyan dikin. Wek HPŞ, YBŞ, YPJ- Şengal em ji roja destpêkê vê ji bo rizgariya Şengalê têdikoşin. Ji bo armancek hevbeş a rizgarkirina Şengalê em bang li hemû partiyên Kurdistanê dikin, di serî de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), PDK û YNK'ê ji bo beşdarî vê sîwanê bibin. 


Jin beşdarî berxwedanê bûn

Fermandariyê bi taybet bal kişan ser berxwedana jinên Êzîdî li Şengalê û diyar kir ku ew wekî Hêzên Hevbeş a Rizgarkirina Şengalê nirxê jinê bilind bike û deriyê wê ji hemû jinan re vekiriye da ku bên beşdar bibin. 


 ŞENGAL





Li Şengalê çalakiya YBŞ'ê


Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê da xuyakirin ku li navenda Şengalê 2 çete hatin kuştin. Derbarê rewşa dawî li Şengalê de Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxuyaniyek nivîskî da raya giştî.

Li gorî daxuyaniyê, 8’ê mijdarê saet di navbera 19:00’an û 20:00’an de şervanên YBŞ’ê li hemberî çeteyên ku navenda Şengalê dagir kirine, 2 çalakiyên sekvanî lidar xistine û di encamê de 2 çete hatine kuştin. Di 7 û 8’ê mijdarê de jî, balafirên şer ên Koalîsyonê Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê di navbera saet 08:00’an û 22:00’an de 15 êrîşên hewayî li dijî baragehên çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê pêk anîne.


 NAVENDA NÛÇEYAN