
Berdevkê YBŞ’ê Seîd Hesen diyar kir ku yek ji armancên ragihandina nexşerêya xweseriya demokratîk, avakirina fermandariyek hevbeş a li Şengalê ye. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hisên Hecî jî got, armanca wan anîna cem hev a hemû aliyên siyasî û civakî ya dibin yek siwanê de ye û bi vê dixwazin vê sîstemê bi awayekî hevbeş bidin meşandin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêr li gundê Xanesorê ya girêdayî navçeya Sinûnê bi daxuyaniyeke çapameniyê nexşerêya xweseriya demokratîk a Êzîdxanê eşkere kir.
Li ser sîstema nexşerêya xweseriya demokratîk a Êzîdixanê, berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê Seîd Hesen got, “Me li ser yek esasî ev pirojeya nexşerêya xweseriya demokratîk a Êzîdxanê li Şengalê eşkere kir. Ew jî, êdî civaka Êzîdî ya li Şengalê, civaka ku di 74 fermanan re derbas bûye, karibe jiyaneke rast û azad bijî. Divê em êdî bi cîhanê bidin zanîn ku civaka Êzîdî çiqas aştî xwaz e.”
Yekîtî ji bo berjewendiyên civaka Êzîdî
Seîd Hesen bal kişand ser aliyê eskerî yî vê xweseriyê û got, ”Em wek YBŞ’ê û Yekîniyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê amade ne ku heta dawiyê jî xizmeta civaka xwe bikin û parastina wan bikin. Em wek hêza YBŞ û YJŞ´ê hêza Êzîdxanê hewl didin ku bi her hêzekê re ku li Şengalê ye têkiliyên xwe xurt bikin. Nexasim ew komên Êzîdî yên ku em nikarin bibêjin ew nînin, her çiqasî kêm bin jî lê ew hene û em ê hewil bidin ku bi wan re jî ji bo berjewendiyên civaka Êzîdî peywendiyan deynin. Yanî bi awayekî hevbeş em fermandariyekê bidin avakirin ji bo parastina gelê Êzîdî.”
Hevbeş birêvebirina xweseriya demokratîk
Di heman demê de Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Hisên Hecî jî diyar kir ku hedefa wan bi vê pirojeyê ew e ku hemû aliyên siyasî û civakî dibin yek sîwanê de bi cîh bikin û bi awayekî hevbeş sîstema xweseriya demokratîk bidin meşandin. Hisên Hecî got, li aliyê din jî armanca wan ew e ku karibin yekîtiyeke Êzîdiyan bidin avakirin.
Hisên Hecî got, di vê pirojê de hemû aliyên siyasî dikarin cîhê xwe bigrin û dibin sîwana Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê de kar û xebatên xwe bidin meşandin.
‘Em civaka Êzîdî ji bo xwe esas digirin’
Hisên Hecî got, ew dixwazin ji tevahiya dinyayê re bibîjin ku ev proje bi yek armancê hatiya avakirin û wiha dewam kir: “Em berjewandiyên civaka Êzîdî ji bo xwe esas digirin. Xalên ku di projê de hatin diyarkirin hemû jî dikevin bin sîwana xizmeta civaka Êzîdî.”
Hevserokê MXDŞ´ê Hisên Hecî di axaftina xwe de diyar kir ku ew kesên Şengal xistine vê rewşê û gelê Êzîdî koçber kirine û bûn sedema fermana 74’an ji bîr nakin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Ew ê li Şengalê werin wêrankirin û wê cezayên xwe bînin. Hedefa me ya herî bîngehîn di Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê de avakirina yekîtiya Êzîdiyan e”.
Nexşerê ji bo xweseriyê pîroz be
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî, Nexşerêya Xweseriya Şengalê pîroz kir.
NAV-YEK´ê Ragihandina nexşerêyê û rêgezên Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo civaka Êzidiyan weke ji nan û avê ferztir bi nav kir û wiha dewam kir: “Ji ber ku li ser fermana Şengalê re sê sal derbas bûn, rewşeke nediyar hebû û gelek derdor li bendê bûn ku Şengal careke din weke berê bê statû bimîne û li gorî berjewendiyên xwe Êzîdxanê bi rê ve bibin.
Lê piştî fermana dawî gelek bêrdelên giran hatin dayîn û destketiyên civaka Êzîdiyan a li Şengalê gihişt asta kêfxweşiyê ku îro li çiyayê Şengalê projeya Xweseriya Demokratîk a Êzîdxanê tê ragihandin.”
NAV-YEK´ê bang li hemû hêzên li Şengalê xwedî tesîr kir ku helwêsta xwe zelal bikin û got, “Lê ji her kesî bêhtir girîng e civaka Êzidiyan û saziyên wê li welat û derveyî welat li vê nexşerêyê xwedî derkevin. Ji bo serketina xweseriya Êzîdxanê, em jî Saziya Civaka Êzîdiyan a li Ewropayê, tişta dikeve ser milê me, em ê di pratîkê de pêk bînin û li erka xwe xwedî derkevin.”
NEDÎME ŞENGALÎ/MEHABAD SEÎD/ROJNEWS/ŞENGAL