Hikûmeta Elman ku serê xwe li ber şantajên dewleta Tirk tewand, ji bo ku xwe çêke bi dîktatorê Tirk ê ku wê dawiya vê mehê bê serdana Elmanyayê, destûr neda Festîvala Çanda Kurd.
Li ser redkirina destûra festîvalê, Kurdan miracaet kir ji bo mîtîngê. Komîteya Amadekar wê navnîşana mîtînga roja şemiyê ya saet 10´an paşê eşkere bike.
Platforma Efrînê ya ku organîzatora festîvalê bû, da zanîn ku meqamên Elman destûr nedane festîvala 8´ê Îlonê ya li bajarê Dinslakenê. Li ser reda destûra festîvalê, ji bo heman rojê miracaeta mîtîngê li bajarê Dusseldorfê hat kirin.
Platforma Efrînê got, “Festîvala Çandê di encama têkiliyên qirêj ên siyasî de bi siyasîkirina hiqûqê hat redkirin.” Platformê bi armanca protestokirina biryarê ji bo ku heman rojê li Dusseldorfê mîtîng bê lidarxistin, miracaet kir.
Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji dîasporayê qederê 100 rêxistinî di platformê de cihê xwe digirin.
Dîsa bela xwe li Kurdan dan
BPlatformê îşaret bi wê yekê kir ku ev biryar rastî beriya serdana Elmanyayê ya dîktatorê Tirk Erdogan a dawiya vê mehê hatiye û got, “Fatoraya tifaqa herdu welatan dîsa li gelê Kurd hat birrîn.”
Paltformê da zanîn ku ji bo festîvalê dadgehê destûr nedaye û wiha dewam kir: “Bi vê biryara dadgehê derket holê ku di meseleya helwêsta beramberî Kurdan de siyaset hefsarê hiqûqê di destê xwe de digire. Elmanyayê bi siyaset û hiqûqa xwe nîşan da ku naxwaze têkiliyên xwe bi dîktator Erdogan re xera bik eû heta ji vê û wêde, ji xwe re kiriye esas ku wan xurt bike.”
Li Dusseldorfê mîtîng
Platformê paşê got, ev biryar xizmeta qirrkirina siyasî û çandî ya dîktator Erdogan dike û wiha dewam kir: “Ev biryar li dijî demokrasî û azadiyê destekkirina dîktatorî û DAIŞ´ê ye.
Divê bê dîtin ku biryara dadgehê gelekî siyasî ye. Weke Platforma Efrînê ji bo ku vê biryarê û helwêsta siyasî protesto bikin, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa li Efrînê û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd, û azadiya wî bînin rojevê, ji bo ku em 8´ê Îlonê mîtîngê bikin, me miracaet kir.“
Platform mîtîngê li bajarê Dusseldorfê li dar dixe. Mîtînga roja şemiyê wê saet 10´an dest pê bike. Herçî navnîşan e, çav li rê ye komîteya amadekar îro eşkere bike.
NAVENDA NÛÇEYAN