Projeya Şanogeha New Hampshire îsal festîvala çîrokbêjiyê ya 4´an organîze dike û vê carê di nava çîrokan de yek ji Kurdistanê ye. Festîval wê 6´ê Adarê li bajarê Portmouth ê herêma New Hampshire a Ingilistanê 6´ê Adarê dest pê bike û sê dawiyên hefteyê dewam bike. Armanc ew e ku bi qedrê çîrokên gelêrî bê zanîn û elaqeya ji bo performans û guhdarîkirina wan ji nû ve bê zêdekirin.
Îsal ji bilî çîrokên gelêrî wê çîrokên kesan û çîrokên ku bêhtir serpêhatî ne yên ji nava jiyana roja me ya îro jî bên pêşkêşkirin.
Rêvebera projeyê Genevieve Aichele ji bo çîrokên gelêrî dibêje, “Çîrokên gelêrî bi salan û salan, heta bi sed salan hatin gotin, ji ber ku wan behsa tiştekî gerdûnî yê di nava ruhê me de dikir.
Serpêhatiya xwe û çîrok hûnandine
Dawiya hefteya pêşî çîrokên çermsorên Emerîkayê, muzîk û çîrokên Keltan hene. Hefteya sisiyan çîrokên Kurdan hene. Îsal nivîskar, îcraker û çîrokbêj a bi navê Diana Edgecomb jî mêvanê festîvalê ye. Kitêba wê “A Fire in My Heart (Agirek di dilê min de)” berhevoka yekê ya bi Ingilîzî ya çîrokên Kurdî ye. Edgecomb îsal di festîvalê de wê çîrokên Kurdan bibêje.
Edgecomb ji bo çîrokan berhev bike çûye Bakurê Kurdistanê û li tirkiyeyê jî di nav penaberên Kurd de çîrok berhev kirine. Rêvebera Festîvalê Aichele ji bo wê dibêje, kitêba A Fire in My Heart xwe disipêre tecrûbeyê. di dewamê de zilm û eziyeta li Kurdan dibe, diyar e ji bo wê ne xerîb in: “Li wir pirr qirkirina etnîk tê kirin û wê xwe jî xist tehlûkê gava çîrok berhev kirin. Di performasa li vir de, hem çîroka rêwîtiya wê heye û hem jî ev çîroka hanê bi çîrokeke gelêrî ya pirr bedew a Kurdan re hatiye hûnandin.”
Hêkên kevnedarê
Nivîskar Diane Edgecomb dibêje, ji bo çîrokan berhev bike wê rê daye ber xwe: “Pirraniya karî li Tirkiyeyê hat kirin. Li wir li Kurdan qedexe ye bi zimanê xwe bipeyivîn û binivîsin. Zexta li mirovan gelekî mezin e. Ji ber wê diviyabû projeyê veşartî bikim. Gelek Kurdan ji bo projeyê mal û heyata xwe kirin tehlûkeyê.“
Çîroka ku ew ê bibêje, “Hêkên kevnedarê” ye; wê ev tevî rêwîtiya xwe ya berhevkirina çîrokan hûnandiye.
Festîval wê bi workshopa bi navê “Mythologizing Oral History and Personal Stories (Efsanekirina dîroka devkî û serpêhatiyên şexsî)” ya Genevieve Aichele bi dawî bibe.
Performans wê ji 6 ta 22´yê Adarê şemiyan saet 2000´an, yekşeman saet 14:00´an wê hebin. Herçî workshop in, ew ê înan saet 18:30´î, şemiyan 9:30´î bin.