Doh 4´emîn Festîvala Filman a li dijî Terorê li Hewlêrê dest pê kir. 18 filmên nû yên sînemayî ji beşa pêşbirka festîvalê hatine wergirtin û tên nîşandan. Ev her 18 fil jî li bajarên cihê yên Kurdistanê hatine berhemanîn û yekem car e ku di vê festîvalê de dê bên nîşandan.
Festîval bi nav û nîşana Dewra Şehîdê Rêveber Şewket Şêx Yezdîn bi rê ve diçe û li derveyî pêşandana filman û dabeş kirina xelatan li yên herî serketî, di rojên rêveçûna festîvalê de gelek çalakiyên cihêreng jî wê li dar bikevin.
Gelek aktorên sînemayî, derhêner û wênegirên Kurd û Ereb di rojên birêveçûna festîvalê de wê amade bin, gelek saziyên ragihandina Kurdistanê jî çalakiyên festîvalê dişopînin.
HEWLÊR