Pêş nîşandana filmê Şefa Çanda Festîvala Filmên Kurdî a Stockholmê Sîdar Yigît, piştî axaftinekî li ser armanca li darxistina festivalê kir şûnde, wê Hûnermendê Kurd Pedram Shahlaî kemanê ji beşdarvanan re lêbixwe. Ji bo nîşandana zêdetirî 100 filman a di fertîvalê de, serlêdana Komîteya Amadekar a Festîvalê hat kirin. Komîtê biryara di festivalê de 4 metrajên dirêj, 5 belgesel û 13 filmên metrajî yên kurt nîşan bide da. Di festivalê de bi temamiya filmên ku bi Kurdî, Erebî û Farsî baxivin, nivîsa wan a binê bi Ingilîzî be.

Fîlmên bi 3 zimanî

Li gel “My Sweet Pepper Land” a Hiner Saleem, “Fairy Spring” a Jalal Nasirî Hanis, “Beforo Snowfal” (pêş befir bibare) a Hisham Zaman û “Zemestane Akhar” a Salam Salavatî wê filmên metraja dirêj bên nîşandan. Derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Hisham Zaman ku du salin li ser hev “Xelata mezin” a Festîvala Film ya Goteborgê distîne, piştî filma xwe ya ku tore û cinayetan digire dest, da nîşandan şûnde wê bi temeşavanan re hevpeyvînekî wî çêbibe.

Şoreşa Bêdeng Rojava
Di festivala îsal de di nava filmên belgeselê de derhênerên Katalonyayî David Meseguer û Oriol Gracia filma wan a “The Silent Revolution” (Şoreşa Bêdeng) bal dikişîne.
Di nîşandana filmê de ku li ser pêşxistina şoreşa gelê Rojava ku ev 50 salin dibin tundî û komkujiyên rejîma Baasê dene, li hemberî wê ji bo mafên xwe yên polîtik û çandî rabûne ser piyan û dahatûya xwe xistine destê xwe, piştî nîşandana film wê herdu derhêner çavnêriyên xwe yên di derbarê Rojava de ragehînin û bersiva pirsên temaşevanan bidin.

  STOCKHOLM