Piştî 5 salan doh li Hola Dr. Mistefa Zelmî ya li Helebce 6. Festîvala Gulehinar a ji bo helbestvanên ciwan destpê kir. Festîval wê du rojan dewam bike.

Rêveberê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebce Perwêz Niyaz ji Rojnews’ê re axivî û got; “Helbestvanên her çar parçeyên Kurdistanê, raperîn û Germiyan beşdarî festîvalê bûne. Wê di festîvalê de 16 helbestvan helwestên xwe bixwînin. Armanca festîvalê xizmetkirina wêje, huner û reşwenbîriya li Helebce ye.”

 

ROJNEWS/HELEBCE