Ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê, di çarçoveya kampanyaya Azad Bike ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 20. Festîvala Ciwanan a Huner û Sporê ya Mazlum Dogan birê ve bir.

Li bajarokê bi navê Blegny yê nêzî bajarê Belçîkayê Liegeê musabeqeyên fînalîstên futbol, boks, pencakê hatin hemberî hev. Berdevkê Komalên Ciwan Şîmal Ülkem bi rêya peyama bi dîmen beşdarî festîvalê bû, ji bo xurtkirina têkoşînê banga beşdariyê li ciwanan kir.

Ciwan ji Elmanya, Belçîka, Holanda, Fransa û gelek welatên din êmn Ewrûpayê tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de piştî rêzgirtinê rêûresma bi beşdariya bi sedan ciwanên tevlî musabeqeyan dibin çêbû.

Di destpêka festîvalê de li ser navê Cîwanên Azad, Zerdeşt Botan bang li ciwanên Kurd ên li Ewrûoayê kir û got, „Li şûna jiyana kapîtalîst em berxwedanê bibijêrin. Em berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Em meşaleya Mazluman dayî me bilind bikin û bibin layiqê vî gelî.”


Çiyayên azad peyam da ciwanan

Gerîlayên ciwan ên li çiyayên azad ên Kurdistanê jî peyameke bi dîmen şandin ji festîvalê re. Di vê peyamê de berdevkê Komalên Ciwan, Şîmal Ülkem got “Di bipêşketina têkoşîna me de ked û hewldana ciwanên li Ewrûpa jî heye. Vê kêliyê, li çar aliyên Kurdistanê, ciwanên herî mêxas, fedakar û qehreman li dijî faşîzmê, qikirinê, destavêtinê, mêhtingeriyê, înkar û îmhayê têkoşîneke mezin bi rê ve dibin. Ji ber vê jî, ciwanên li Ewrûpa, desteke xwe û beşdariya xwe bigihîne asta herî jor, û beşdariya xwe ya herî xurt niha pêk bîne.”

Li ser navê Partiya Sosyalîst a Belçîkayê jî Simon Hupkens got, ew piştgiriya Kurdan dikin, nexasim jî li Rojava û wiha dewam kir: “Îro Şoreşa Rojava ji bo me modelek e. Ev şoreş ji bo Tevgera Karkeran a Belçîkî jî rohniyek e.”


Ozgur Gençlik bû şampiyon

Di festîvalê de musabeqeya fînala futbolê jî di navbera Welat Spor û Ozgur Gençlik de pêk hat ku di pêşturnuvayan de mabûn fînalê. Di musabeqeyê de herdu tîm 1 û 1 wek hev man. Ji ber wê jî encama dawî bi penaltiyan hat diyarkirin; Ozgur Spora ji Elmanyayê 6-5 zora Welat Sporê bir û bû şampiyon.

Piştî ku hunermend Pinar Aydinlar, Nûarîn, Seyda Perinçek, Rapçi Celoviz, ji Parîsê Zazloz û komên muzîkê derketin ser dikê, festîval bi xelatkirina sporvanên biserketî bi dawî bû. 


 LIEGE