Di festîvalê de pirtûkên bi zimanê Erebî û Kurdî hatin nîşan dan. Her weha gelek nivîskar û helbestvanan di rojên festîvalê de li ser berhemên xwe semîner dan.

Têkildarî festîvala hefteyekê dewam kirî, berpirsê Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê, Alan Reûf diyar kir ku her sal ji aliyê Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê ve festîvaleke weha tê lidarxistin ji bo nivîskar bikarin xwe bigihînin xwedevanên xwe û bikarin pirtûkên cûda bi dest bixin.

Her weha Alan spasiya kesên di rojên festîvalê de ji wan re bûne alîkar jî kir û got: “Wê pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê her  tim weha qelebalix bimîne. Me ligel hemû weşanxaneyên beşdarî festîvalê bûne axivîne ku berdewam berhemên xwe pêşkêşî pirtûkxaneyê bikin. Her weha wê çalakiyên me jî dewam bikin. Em ê sîstema pirtûkxaneya elektronîk jî pêk bînin û em li ser projeyê dixebitin.”



RÊZAN MIHEMED/ROJNEWS / SILÊMANÎ