Li Ranya festîvalek ya berhemên xwendevanên jin yên zanîngehê hat lidarxistin. Di festîvalê de çalakiyên hûnerî hatin lidarxistin.

Li navçeya Ranya a ser bi îdareya Raperînê ji aliyê Rêveberiya Werzîş û Rewşenbîrî ya zanîngeha Raperînê ve, festîvaleke taybet ji bo nîşandana berhemên xwendevanên jhin ên ciwan ên zanîngehê hat lidarxistin.

Di festîvalê de çalakiyên hûnerî yên weke stran, nîşandana cil û bergên Kurdî û çend çalakiyên din hatin lidarxistin.

Hêro Ebdulrehman yek ji kesên ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî festîvalê bûye, got, “Ev festîval ji bo hêz û hewldanên me deriyek e. Ez hêvîdar im ku çalakiyên bi vî awayî di dema li pêş de jî werin lidarxistin. Ji ber ku jin di her alî de xwedî hêz in.”

 

ROJNEWS / RANYA