Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî serçeteyê ʺKoma Keşfêʺ ya çeteyên Feyleq El-Şamê çalakiyek li dar xistiye û di encamê de serçete kuştiye.
Odeyê der barê çalakiya hêzên xwe li herêma Raco ya Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ʺŞervanên me şeva 22`yê Tîrmeha 2018`an çalakiyek li dijî serçeteyê ´Koma Keşfê´ ya girêdayî çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Mihemed Elî ku bi navê ‘Ebû Ducane’ tê naskirin û bi eslê xwe ji parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê ye, li dar xist.
Şervanên me dema serçete Mihemed Elî bi erebeya xwe ya li ser rêya Meydan Ekbes û Qera Baba yên girêdayî herêma Raco ya Efrînê diçû, çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de, serçete Mihemed Elî hate kuştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN