Partî û rêxistinên Kurdistanî û Iraqî, bi armanca avakirina dewleteke civakî û demokratîk, li Bexdayê di kongreya damezirandina înîsiyatîfa hêzên niştimanî yên sivîl de hatin cem hev. Kongreya li paytexta Iraqê Bexdayê, bi beşdariya 18 partî û rêxistinên Kurdistanî û Iraqî û şandeyeke ji Şengalê, pêk hat. Kongreya ku ji aliyê Hizba Şûî ya Iraqê û Hizba Elumeme ve tê organîzekirin, li Hola Selahedînê ya Otela Filistînî ya Navneteweyî pêk hat. Nûnera Eniya Kurdên Feylî ya li Kerkûkê, Nesrîn Ehmed li ser armanca lidarxistina kongreyê got; “Armanca beşdariya me ya li kongreyê, em amade ne li gel hemû hêzên garantiya yasayî û siyasî bi dest bixin û hevpeymaniyê çêkin. Ev jî ji bo ku mafê hemû Kurdên Feylî bê dayîn. Ji ber ku roleke me ya mezin heye û li Kurdistan û Iraqê bi giştî em têdikoşin.”

 

ROJNEWS / BEXDA